Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana Taybet Ya Hilbijartina Îraqê Hat Pestpê Kirin


Ehmed Shehab, endamê Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya hilbijartinên Îraqê dibêje: "Li Besrayê her 126 navendên dengdanê hatin vekirin û ew yên hemû parêzgehê ne. Endamên hêzên ewleyê ji demjimêra yekem ya dengdanê dest pê kirin. Pêvajoya dengdanê bi başî birêve diçe û rêjeya beşdariyê jî baş e. Weke hûn dibînin endamênhêzên ewlehîyê dengên xwe li navendên dengdanê didin. "

Karmendên ewlehîyê yên Îraqê roja Înê dest bi havêtina dengên xwe kirin, du roj berî hilbijartinên parlemanî yên welatî.

Hilbijartinên 10ê Cotmehê pêncemîn dengdana parlemanê ye ji dema êrîşa Amerîka ya ku dîktator Sedam Husên di 2003yan da derxistî.

Dengdan salek pêşwext tê kirin wekî bersivdana protestoyên girseyî yên ku di dawîya sala 2019 an da jiber gendelîya berfireh, xizmetguzarîyên levaz û bêkariyê.

Dengdana taybet ya roja Înê tê wateya azadkirina polîs û leşkeran da ku ew bikarin roja hilbijartinê ewlehîyê pêk bînin.

Şêwirmendekî hikûmetê ji bo karûbarên hilbijartinan, Husên el-Hendawî, got ku zêdetirî 1.5 mîlyon karmendên ewlehiyê, û herwiha 120,126 kesên jicîhûwarkirî û bi sedan nexweşên nexweşxaneyê û kesên girtî mafê dengdanê hebû roja Înê.

3 hezar û 449 kandîd ji bo 329 kursîyan di hilbijartinên federal de rikeberiyê dikin.

Digel ku qanûnek hilbijartinê ya nû destûr daye ku bêtir kesên serbixwe beşdarî hilbijartinê bibin, komên Şîe serdestîya xwe li ser hilbijartinan didomînin û pêşbazîyek dijwardi navbera partiyên alîgirên Îranê û milîsên wan da tê pêşbînîkirin, û bloka siyasî ya neteweperestê Şîe yê giregir Moqtada al-Sadr, serketîyê herî mezin di hilbijartinên 2018 da.

Jêder/ AP

XS
SM
MD
LG