Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zeydî Hewl Dide Kabîneya Xwe Berî Dawîya Hefteyê Temam Bike

Temamkirina kabîneya Serokwezîrê Elî Zeydî piştî çend mehan ji avakirina hikûmetê hîn jî nehatiye dawîkirin. Parlamana Îraqê di 14'ê Gulanê de bawerî da hikûmeta Zeydî û 14 wezîrên wê, lê ji 23 wezaretan 9 wezaret bê wezîr man, di nav wan de wezaretên navxweyî û berevanîyê.

Di heman demê de, pêvajoya temamkirina kabîneyê bi gotûbêjên siyasî û nakokîyên li ser navên namzedan re rû bi rû ye. Di destpêka pêvajoyê de jî, Washingtonê li dijî dayîna hin postên hikûmetê ji kesayetî an alîyên siyasî yên ku bi komên çekdar ên girêdayî Îranê re têkildar in, nerazîbûna xwe nîşan dabû.

Endamê Komîteya Ewlehî û Berevanîyê ya Parlamana Îraqê, got ku Yasir Eskender Witwit, Serokwezîr Elî Zeydî û serokên blokên siyasî bi biryar in ku kabîneya wezîran temam bikin.

MP Yassir Askender Witwit, member of security and defense committee
MP Yassir Askender Witwit, member of security and defense committee

Witwit ji Dengê Amerîka re got ku di navbera blokên siyasî de li ser temamkirina kabîneyê lihevhatin heye û hêvî dike ku pêkhateya kabîneyê roja pêncşemê bihêt bê temamkirin.

Lê Samî Oşana, endamê parlamana Îraqê de, got ku nakokî niha li ser navên namzedên wezaretan e, ne li ser dabeşkirina wezaretan li ser blokên siyasî. Li gorî pêşbîniya wî, heke roja pêncşemê dengdan li ser wezaretên mayî nebe, dibe ku temamkirina kabîneyê were paşxistin bû hefteya bê.

Sami Oshana, Iraqi MP
Sami Oshana, Iraqi MP

Oşana, endamê bloka "Suyana" a Krîstîyanî di parlamana Îraqê de, got ku bloka wî daxwaza Wezareta Koçber û Penaberan dike, ji ber ku ew vê wezaretê wekî mafê Krîstîyanan dibînin.

Oşana diyar kir ku ji pênc parlamenterên Krîstiyanî yên parlemena Îraqê, sê ji bloka wî ne û ji ber vê yekê ew bawer dikin ku mafê wan e ku Wezareta Koçber û Penaberan bigihêje bloka wan.

Di vê çarçoveyê de, Adil El-Manea, yek ji rêberên Koalisyona Dewleta Qanûnê, ji Dengê Amerîkayê re got ku danûstandin di navbera blokên siyasî de ji bo temamkirina kabîneya wezîran heta dawîya roja Sêşemê berdewam kirin.

El-Manea diyar kir ku, li gorî agahiyên heyî, dosyaya temamkirina kabîneya wezîran nêzîkî dawiyê bûye û tê pêşbînî kirin roja pêncşemê, di civîna Parlamana Îraqê de, li ser wezaretên mayî deng bê dayîn.

Sîyasetmedar Samî El-Cîzanî ku rêbereke ji Tevgera El-Hikme gote Dengê Amerîkayê ku nakokî li ser navên namzedên wezaretên ewlehiyê, bi taybetî namzedê Wezareta Navxweyî, hîn berdewam dikin.

Li gorî wî, di nav Çarçoveya Hemahengiya Şî'ayan de jî li ser tayînkirina cîgirên serokwezîr nêrînên cuda hene. Hin alî piştgiriyê didin tayînkirina cîgiran, lê aliyên din dibêjin ku ev yek dê bibe sedema zêdebûna lêçûnên hikûmetê.

Sami Al-Jizani a leading member of the National Wisdom Movement (Al-Hikma Movement)
Sami Al-Jizani a leading member of the National Wisdom Movement (Al-Hikma Movement)

Cizanî got ku heta niha navên namzedên wezaretan bi tevahî nehatiye diyarkirin û Dewleta Qanûnê li ser namzedê xwe ji bo Wezareta Navxweyî israr dike.

Di nav postên wezaretan ên ku hîna vala ne an jî heta niha bi awayekî dawî li ser wan lihevkirin çênebûye de, Wezaretên Berevaniyê, Navxweyî, Plansazî, Xwendina Bilind, Koçberiyê, Avakirin û Niştecîkirinê, Ciwan û Werzişê, Kar û Çandê hene.

Sîyasetmedar Samî El-Cîzanî dibêje ku biryara dawî li ser namzedan dê bi helwesta Serokwezîr Elî Zeydî ve girêdayî be, ji ber ku kesên ku ji bo van postan tên hilbijartin dê di qonaxa bê de beşek ji tîmê wî yê hikûmetê bin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG