Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Hewîje Êrîşên Esmanî Bêhtir Dikin li Dijî Daişê


Wezîrê berevaniya Îraqê îro Şemiyê ragihand ku hêzên esmanî yên Îraqê û koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka dest bi helmeteke êrîşên esmanî kirin dijî gurûpa Daişê li bajarê Hewîje berî destpêkirina êrîşeke pilankirî ya li ser erdê.

Hêzên Îraqî şerê çekdarên Daiş dikin li navçeyên bermanên gurûpê piştî rizgarkirina Mûsilê di Tîrmeha îsal de.

Wezîr Erfan el-Hewalî ji ajansa Associated Press re got:

“operasyonên mezin li pêş mene berî rizgarkirina Hewîje û herêmên derdorê. “

Wî şîrove kir çawa hêzên wî bi awakî nêzîk li gel hêzên Pêşmerge yên herêma Kurdistana Îraqê û her wiha li gel koalisyonê kar dikin.

Kolonêlê artêşa Amerîkî Ryan Dillon û peyvdarê Koalisyonê, ji aliyê xwe ve got bilindkirina asta êrîşên esmanî ew li dijî Daişê ye li rojavayê Enbar û her wiha Hewîje.

XS
SM
MD
LG