Wezareta berevaniya Îraqê dibêje balafireka wan a helîkopter a leşkerî di dema rahênanekê de kete xwarê û di encamê de hersê endamên tîmê wê jiyana xwe jidest dan.
Daxuyaniya leşkeran dibêje helîkoptera Mi-17 ku çêkirina Rûsya ye, îro Yekşemê sibehê li navenda parêzgeha Wasit kete xwarê.
Sedema ketinê, ta amadekirina vê raportê, ne diyare.
Wezaretê di destpêkê de ragihandibû ku 7 kes hatine kuştin.
Parêzgeh derdora 160 kîlometir li başûrê rojhilata Bexdayê ye, ku dûre ji eniyên şerê gurûpa Dewleta Îslamî Daişê.
Tê zanîn, hêzên Îraqî, bi piştgiriya koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka, gurûpa Daiş ji piraniya navçeyên Îraqî derxistine û şer berdewam e ji bo têkbirina gurûpê bi temamî li ser sînorê Sûriyê.