Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda Sizayên Nû li Ser Herêma Kurdistanê Feriz Dike


Di çaxê ku, herêma Kurdistana Îraqê ragihand, ewê hilbijartinên serokatî û parlamenê li 1. Mijadarê encam bidin, hikûmeta Bexda sizayên nû danîn ser wê herêmê ya ku, roja 25î Îlonê referanduma serxwebûnê encam dayî û zêdetir ji 92% dengê erê bikar anîn jibo cûdabûna ji Îraqê.

Hikûmeta Bexda sizayên nû li ser bankên Kurdan danînin û qedexe danî ser gehiştina pereyên biyanî bo herêmê.

Sizya nû dê rê li hember anîn û birina pereyan bigire bû herêma Kurdistanê, herwiha veguhastinên bi rêya bankan jibo herêmê hatine qedexekirin, êdî bi şêweke fermî veguhastina dolar û pereyên biyanî bo herêmê hatine qedexe kirin.

Piştî herêma Kurdistana Îraqê referandum encam dayî heya niha îraqê gelek biryar li dij herêmê derkirine, heftiya bûrî firînên hêlên esmanî li ser esmanê herêmê hat bûn qedexe kirin.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan doh got bû, Tirkiye dê sizayên nû liser Bakurê Îraqê ferisz bike ji ber encamdana referanduma ku roja 25î Îlonê encam dabû bû.

Heta niha herêma Kurdistana îraqê serxwebûn ne ragihandîye, ew dibêje hilbijartinên destpêka Mijdarê dê tenê jibo hilbijartina serokatiya herêmê û yên parlamenê bin.

XS
SM
MD
LG