Girtina deriyê sînorî yê el-Şêb di navbera Îraq û Îranê de li parêzgeha Mîsanê, pirsan li ser sedemên rastîn ên vê biryarê zêde kirine.
Mijar tenê bi sedemên ku di daxuyanîyên fermî de hatine ragihandin nayê sînorkirin, lê bandorên wê yên aborî û ewlehiyê û herwiha karîgerîya wê li ser bazirganîya di navbera herdu welatan de jî têne gotûbêjkirin, bi taybetî di demekê de ku zextên Amerîkayê li ser Îranê zêde dibin.
Hikumeta Îraqê dibêje ku girtina vî derîyê sînorî ji ber pêdiviyên teknîkî û projeyên nûjenkirinê ye. Lê li hember vê gotinê, pirs derketine holê ka gelo ev gav tenê ji bo rêkxistina sînor û astengkirina qaçaxçîtiyê ye, yan jî pêwendî bi sizayên Amerîkayê li ser Îranê heye û dikare li ser berjewendiyên bazirganî yên Îraqê bandorê bike.
Rayedarên herêmî li parêzgeha Mîsanê gotin ku wan biryara girtina deriyê sînorê yê el-Şêb'ê bi rêya medyayê zanî ye. Wan rexne li vê biryarê girtin ku ji demjimêr 6:00 sibehê ya roja Çarşemê 21'ê Cotmehê dest pê kir û heta agahdariyekî din dê berdewam bike. Di roja Pêncşemê de jî li Mîsanê xwepêşandanên protestoyî li dijî zêdebûna bihayê xwarin û kelûpelan hatin lidarxistin, û xwepêşanderan daxwaz kir ku deriyê sînor yê el-Şêb ji nû ve were vekirin.
Abdul Amîr Te'îban, Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê ji bo Karên Eşîran, ne red kir û ne jî piştrast kir ku biryara girtina deriyê sînorî ji ber sizayên Amerîkayê ye, lê belê wî rasterast û eşkere Îran tawanbar kir ku binpêkirinên metirsîdar pêk tîne. Wî eşkere kir ku li ser sînoran tevlîheviyeke mezin heye û herikîna madeyên hişbir û pereyên sexte niha zirareke mezin digehîne aboriya Îraqê.
Te'îban gote Dengê Amerîkayê,"Îranê bi rêya derbaskirina madeyên hişbir û pereyên sexte zirareke mezin gihandiye Îraqê; ev yek bûye sedema zerarên giran ên exlaqî û aborî di nav civaka Îraqê de. Em civakeke parêzgar in; Derbasbûn û bikaranîna madeyên hişbir ji aliyê ciwanan ve derbeyeke mezin gihandiye pergala exlaqî ya civakê, û ketina pereyên sexte jî zirareke aborî ya kûr di hundir de çêkiriye û bûye sedema windakirina baweriya bi dînarê Îraqî."
Wî got jî; "Eger binpêkirinên li deriyên sînorî neyên çareserkirin û sînorek ji wan re neyê danîn, em piştgiriyê didin girtina deriyên sînor û çavdêriya tund a li ser sînoran, ji ber ku madeyên hişbir civaka ciwanên Îraqê wêran kiriye."
Hêjayî gotinê ye ku Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke taybet de ji Dengê Amerêkayê re ragihandbû ku Îranê bi salan samanên Îraqê bo berjewendiyên xwe bikar anîne û ziyaneke mezin gihandiye gelê wî welatî.
Herwiha bal kişandbû ser rola Îranê di bikaranîna komên çekdar de ku metarsiyê li ser serweriya Îraqê çêdikin."
Di bersiva pirsa aya hikûmeta Zêydî dikare sînoran kontrol bike, û gelo Îraq dikare pabendî sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê bibe û hemû deriyên sînorî yên bi Îranê re bigire, mîna ku Pakistanê kirî?
Abil Amîr Te'îban, Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê got, "Hikûmet dikare sînoran biparêze, bi şertê ku erk û kar bide destê kesên pîşeyî, dilsoz û ne girêdayî partîyan bin û kesên ku tenê ji bo berjewendiya welat dixebitin. Lê belê biryara girtina deriyên sînorî yên bi Îranê re, biryareke siyasî ye û di destê hikûmetê de ye; ev hikûmet jî ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve ku hevpeymaniya desthilatdar e, tê rêvebirin."
Lê belê Sefwan Qusey, pisporê aborî yê nêzîkî Serokatiya Wezîran ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku dibe biryara girtina derîyê sînorî girêdayî plana Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji bo xendiqandina aborîya Îranê be û got, "Niha Wezareta Xezîneya Amerîkayê ketiye qonaxa bicîînana siyaseta "izolekirina aborî"ya Îranê. Ev siyaset armanc dike ku aliyên ku bi awayekî rasterast an nerasterast di warê darayî û bazirganiyê de bi Îranê re têkelîyê dikin, bixe bin zext û sînordarkirinê. Ji ber vê yekê, divê Îraq daxwazên Wezareta Xezîneya Amerîkayê bi cih bîne û rê li qaçaxçtîya birina dolarî ku ji rêya derîyên sînorî ve tê kirin were rawestandin.
Sefwan berdewam kir û got, "Hin berhemên Îranî ku têne Îraqê û bi dînarê Îraqî tên firotin, xwediyên wan paşê dolarê ji bazara nefermî peyda dikin. Ev yek jî dibe sedema zêdebûna daxwaza dolarî û fişarê li ser nirxê wê dike. Ji ber vê sedemê, hikumetê biryar daye şert û mercên Wezareta Xezaneyê ya Amerîkayê bicih bîne. Di heman demê de, hewl dide ku bi Wezareta Xezaneya Amerîkayê re li ser mekanîzmekê bigihîjin encamekê ku rê bide kirîna hin kelûpelên mirovahî yên Îranî. Li gorî vê pêşniyarê, nirxê kelûpelên hatiye kirîn ji Îranê dê li hesabê hevbeş ê Omanê were danîn, heke aliyê Amerîkî vê daxwazê qebûl bike."
Di bersiva pirsyarekê de ka gelo Îraq dê berdewamiyê bide girtina deriyên din ên sînorî li gel Îranê an na, wî got, "Eger sedema li paş girtina deriyê El-Şêb sizayên Xezîneya Amerîkayê yên li ser Îranê bin, bê guman dê deriyên din jî hêdî hêdî werin girtin. Lê xuya ye ku mijar bi ya yekem ve girêdayî ye; ew jî ew e ku Xezîneya Amerîkayê nehiştina hemû danûstandinên darayî, bazirganî û heta yên mirovî jî li gel aliyê Îranî ferz dike."
Ji aliyê xwe ve, Dr. Cemel Koçer, endamê komîteya Darayî di Perlemanê Îraqê de, dûr nabîne ku biryara girtina deriyê el-Şêb peywendî bi pabendbûna Îraqê ve hebe bi cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê, û herwiha bi kontrolkirina sînoran re ji bo rêgirtina li qaçaxçitîya çekan, pereyên sexte û madeyên hişbir."
Koçer herwiha got "Lê di heman demê de, ne dûr ku ev biryar bibe destpêkek ji bo girtina deriyên sînorî yên nefermî li Herêma Kurdistanê jî."
Şêwirmendê Serokê Wezîran ji bo karûbarên deriyên sînorî, gumrik û veguhastinê Hadî Selamî roja Pênçşemê 22ê Cotmehê serdana Desteya Deriyên Sînorî kir. Li gorî çavdêrên rewşa Îraqê, ev gav nîşana wê yekê ye ku hikûmeta Zêydî dê gavên cidî ji bo kontrolkirina sînoran û dibe ku ji bo girtina deriyên din ên sînorî jî bavêje.