Di navbera daxuyaniya balyozê Îranê li Bexdayê Mihemed Kazim el-Sadiq, ku tê de îdia kir Îraq razî bûye komên Kurd ên opozîsyona Îranê ji welêt derxe an jî wan radestî Tehranê bike.
Di daxuyaniya fermî ya Îraqê de ku tenê behsa pêkanîna peymanên ewlehiyê yên hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên mayî dike, pirsên girîng derdikevin holê, Sînorên lihevhatina ewlehiyê ya di navbera her du welatan de heta ku derbas dibin, û Îraq çiqas dikare biryarên xwe yên ewlehiyê serbixwe bigire?
Bi rawestîna şerê di navbera Amerîkayê û Îranê de û bi dawîbûna vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê di meha Îlonê de, wisa diyar dibe ku Îran zextên xwe li ser komên opozisyona Kurdên Îranê zêde dike.
Ev zext û kiryarên Îranê, ezmûnek e jili hember bexdayê û biryargirtina bi şêweke serbixwe, ji ber ku şirovekar hişyariyê didin ku Tehran hîn jî bandoreke berçav li ser biryarên siyasî yên Îraqê dihewîne.
Di daxuyaniyeke fermî de, Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê ragihand ku komîteya peymana ewlehiyê ya hevbeş a di navbera Îraq û Îranê de, di civîneke ku bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim el-Aboudî û bi beşdariya nûnerên hikûmeta federal, Herêma Kurdistanê û Îranê pêk hat, li ser bendên peymanê, dosyayên hîn neçareserbûyî û rêyên çareserkirina wan gotûbêj kirin. Lê behsa biryareke taybet a derxistin an radestkirina komên opozîsyona Kurd a Îranê nekir.
Ji bo zelalkirina helwesta fermî ya Îraqê li ser îdiayên balyozê Îranê, Dengê Amerîka ji Sabah al-Numan, berdevkê fermî yê Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê, pirsî, lê heta dema nivîsîna vê raportê bersiv nehat dan.
PDKÎ: Me tu Agehdariyek Fermî ji Bexda an Hewlêrê Wernegirtiye
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) helwêsta xwe ya siyasî û hebûna xwe ya li Herêma Kurdistanê ya Îraqê ronî kir û ragihand ku ew pabendî serweriya Îraqê û yasayên navdewletî ne.
Nûnerê PDKÎ'ê li Amerîkayê Hejar Birincî ji Dengê Amerîkayê re got, “PDKÎ û partiyên din yên Kurdên Îranê ji beriya sala 1991ê ve hebûna xwe li Herêma Kurdistana Îraqê parastiye. Di tevahiya wê demê de, em pabend mane bi rêzgirtina li serweriya Îraqê, yasa û saziyên wê, û yasaya navdewletî ya peywendîdar. Hêzên me yên bingehîn û bingeha me ya siyasî di hundirê Kurdistana Îranê û cihên din yên Îranê de ne. Çalakiyên me li ser Kurdistana Îranê tekezdikin, û xebata me ji bo mafên neteweyî yên Kurd û Îraneke demokratîk û piralî ye ku rêzê li mafên hemû netewe û civakên xwe bigire.”
Ghayth al-Tamimi: Îran Dixwaze Bandorê li ser Biryarên Îraqê Bike
Şêx Ghayth al-Tamimî, serokê Projeya Hemwelatiya Îraqê, balê dikişîne ser cudahiya di navbera daxuyaniya balyozê Îranê û helwesta fermî ya Îraqê de û dibêje ku daxuyaniya Îraqê bi eşkere behsa radestkirin an derxistina komên opozîsyona Kurd a Îranê nekiriye.
Tamimî ji Dengê Amerîkayê re got, "Tehran bi rêya balyozxaneya xwe, hevalbendên siyasî û çekdar û tora xwe li Iraqê hewl dide ku bandorli ser biryarên ewlehî û siyasî yên Îraqê nîşan bide."
Tamimî herwiha diyar kir ku divê hevkariya ewlehiyê ya Bexdayê bi welatên cîran re rêzê li erkên qanûna bingehîn û navdewletî bigire, ne ku bibe amrazek ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî yên hikûmeteke din.
Ew dibîne ku nemana leşkerî ya Amerîkayê ezmûneke girîng e ka gelo saziyên Îraqî dikarin biryarên ewlehiyê yên serbixwe bide yan dê li hemberî bandora biyanî û aliyên çekdar yên bihêz lawaz bimînin.
Îsam Feylî: Tehran Dixwaze Çarenûsa Opozîsyona Kurd a Îranê di bin Kontrola Xwe de Bigire
Şîroveykarê siyasî Îsam Feylî gote Dengê Amerîka ku metirsîyên Îranê ji mijara ewlehiya sînor û rawestandina çalakiyên çekdar ên komên opozîsyona Kurd wêdetir diçin. Li gorî nirxandina wî, Tehran ji vê yekê jî ditirse ku opozîsyona Kurd di nav civaka Îranê de piştgiriya gelêrî ya mezintir bidest bixe û got, “Ev partiyên Kurd ji sînorê Îranê dûr xistine û niha di kampan de dijîn ku çek tê de tune ye. Ji ber vê yekê, Îran wan wekî gefek li ser xwe dib'ne. Lê ev dikare beşek ji zexta Îranê ya li ser wan be. Îran ditirse ku di pêşerojê de ev kom piştgiriya gel bistînin û ne bi hêza leşkerî, lê bi hêza gelêrî beşdarî serhildanên li herêmên Kurdî yên Îranê bibin”.
Feylî herwiha balê dikişîne ser metirsiyên hiqûqî û mirovî yên ku dibe ji ber radestkirina endamên opozîsyonê derkevin holê.
Lê Feylî dibêje, divê çareseriya vê pirsgirêkê tenê di çarçoveya ewlehiyê de neyê nirxandin, mafên kesên têkildar û encamên siyasî yên her biryarekê jî divê bên hesibandin.
Abu Raghif: Ev Ne Cara Yekem e Îraqê li ser Opozîsyona Îranê Tedbîr Digire
Lê pisporê ewlehîyê li Bexda Fadil Abu Raghif dibêje ku heke peymana di navbera Îraq û Îranê de bi rastî hatibe kirin û Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê naveroka daxuyaniya balyozê Îranê, El-Sadiq, piştrast kiribe, ev ne cara yekem e ku Iraq gavên wiha digre û gote Dengê Amerîkayê, "Ev ne cara yekem e ku Îraqê li ser komên opozîsyona Îranê tedbîr digire. Nêzî du sal berê, hikûmeta Îraqê û Îranê li ser dûrxistina pênc partiyên opozîsyona çekdar a Îranê ji sînorê hevbeş lihevkirin."
Abu Raghif bi bîr tîne ku berê jî Îraqê li ser komên opozîsyona Îranê hin tedbîr girtine.
Di yek ji van tedbîran de, endamên rêxistina Mujahidîn- Xelq bêçek kirin û li kampan hatin bicihkirin, da ku paşê li derveyî Iraqê bên niştecihkirin. Di encamê de, ew çûn Fransa.
Qanbar: Biryara Îraqê di bin Bandora Hêzên Çekdar de ye
Siyasetvanê Îraqî yê naskirî li Washington Întîfad Qanbar gote Dengê Amerîkayê ku dosyeya opozîsyona Kurdê Îranê ya li Herêma Kurdistanê pir aloz e. Li gorî wî, tevî ku ev kom ji deverên sînorî hatine dûrxistin, rejîma Îranê hîn jî êrîşên xwe yên li dijî wan didomîne.
Qanbar herwiha rexne li helwesta Reza Pahlavi, kurê şahê berê yê Îranê, dike û dibêje ku wî guh neda pirsgirêka Kurd û mafên pêkhateyên din ên Îranê.
Ew dibêje ku diviya bû Pahlavi Kurdan wekî sermayeke girîng a siyasî ji bo bihêzkirina opozîsyonê bibîne.
Di bersiva pirsê derbarê hebûna Îranê di qada siyasî ya Îraqê de û bandora vekişîna hêzên Amerîkî de, Întifad Qanbar got ku biryarên Îraqê di bin bandora hêzên çekdar de ne û şiyana Serokwezîr Elî Zeydî pir sînordar e, û got, “Bi rastî, niha li Îraqê, Îran hêzên çekdar û îradeya wan hêzan birêve dibe. Ez bawer dikim ku destê Elî Zeydî girêdayî ye û şiyana wî ya ragirtin û rêgirtina li pêşiya van hêzan pir kêm e, belkî jî sifir be (tune be). Divê em bi awayekî realîst binêrin, Îraq dê ji bin kontrola Tehranê dernekeve, heya ku guhertineke siyasî ya bingehîn pêk neyê.”