Hêzên dijî-terorê yên Kurdistana Iraqê ragihandin ku sê mûşek roja Çarşemê li nêzîkî bingeheka petrolê li herêma xweser ya Kurdistana Iraqê ketin lê çi kuştî û ziyanên madî çênebûne.
Hêzên dijî-terorê yên Kurdistana Iraqê di daxuyaniyekê da got mûşek li nêzîkî bingeha Kawergosk ketin, ku yek ji mezintirîn bingeha petrolê ye, û 20 kîlometran li bakurê rojavayê paytexta herêmî Hewlêrê ye.
Daxuyanîyê herwiha got "Mûşek ji herêma Xazirê ya Mûsilê hatin havêtin."
Hêşta berpisyarîya êrişê çi kesî newergirtîye ser xwe.
Hêjayê gotinê ye ku ew êriş ji mehekê kêmtir çêbû dema ku Pasdarên Şoreşa Îranê berpisyarîya êrişa ser Hewlêrê daye ser xwe û gotî wan navendaka Îsraîlê ya statejîk kiribû armanc.
Pasdaran bi dehan mûşekên balîstîkî havêtibûn di êrîşa 13ê Adarê de, ku ziyaneke mezin gihandindibû avahiyan lê ne bibû sedema çi mirinan.
Karbidestên Kurd tekez dikin ku dewleta Cihû ne li Hewlêrê û ne jî li nêzîkî wê çi bingeh nîn in.