Wezîrê Nifta Îraqê Jabir el-Luaîbî îro Yekşemê li Bexdayê ji peyamnêran re got Îraq dê berî dawiya mehê dest bi şandina nifta Kerkûkê bike bo Îranê.
Di destpêkê de, derdora 30 hezar bermîlên nifta xam dê rojane bê şandin bo parzûngeha Kermanşahê.
Şandina nifta xam tê di çarçoweya rêkeftineka hevbeş de ku meha borî di navbera herdû welatan de hatibû ragihandin.
Firotina nifta xam a Kerkûkê hatiye rawestandin ji dema kontrolkirina zeviyên Kerkûkê ji aliyê hêzên Îraqî ve meha 10 a sala borî.
Hêzên pêşmerge di sala 2014an de Kerkûk kontrol kir, dema şikestina artêşa Îraqê li beramber çekdarên Daişê.
Luaîbî meha borî gotibû, Îraq û Îranê pilan dikin boriyeka niftê ava bikin di navbera Kerkûk û Îranê de ji dêvla veguhestina bi kemyonan.
Ev boriya nû ya pilankirî renge bibe alternatîva boriya niha ya ku Kerkûkê digihîne Derya Sipî bi riya Tirkiyê.