Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Mîlîşeyên Pêwendiyên Îraq û Kendavê Aloz Dike û Mijara Bêçekkirinê Dixin Pêş

Di berdewamîya girjîya li pey êrîşên dijî Erebistana Siûdî de, welatên Endamên Encûmena Hevkarîya Kendavê piştgirîya xwe ya tevahî ji bo Riyadê ragihand û ev êrîş şermezar kirin.

Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkarîya Kendavê, Casim Bidêwî, got ku "welatên encûmenê bi temamî bi Erebistana Siûdî re piştgir û hevgirtî ne, û bi tundî êrîşên terorîstî yên berdewam ên ku ji alîyê mîlîşeyên nêzî Îranê ve li Îraqê serê xwe hildidin û li ser Siûdî tên kirin, şermezar dike."

Li alîyê din, hikûmeta Îraqê dibêje ku rêya derketina ji krîzê di xurtkirina serwerîya dewletê, pêkanîna qanûnê û mana çekan tenê di destê dezgehên fermî de ye. Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê herwiha tekez kir ku bersivdana her cure êrîşan tenê berpirsiyariya hikûmet û saziyên destûrî yên dewletê ye.

Doh bi şev, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Amerîka û Erebistana Siûdî li çend bingehên çek û lojîstîkê yên “komên terorîst” li Îraqê xistin, wek bersivek ji bo zêdetirî 30 êrîşên dronên Îranê ku di sê rojên dawî de hatibûn kirin.

Serok Trump mîlîşeyên Îraqî yên ser bi Îranê ve wek “penceşêrê” bo cîhanê binav kirin, û eşkere kir ku êrîşên Amerîka û Erebistana Siûdî bi agahdarîya hikûmeta Îraqê hatine kirin û tekez kir ku rêveberîya wî li ser dayîna hişyarîyên zêdetir ji komên çekdar ên girêdayî Tehranê difikire.

Di vê çarçoveyê de, daxwaza vekolînê li ser alîyên ku li pişt êrîşan hene û pêkanîna plana hikûmetê ya kontrolkirina çekan dibe yek ji mijarên sereke di nav gotûbêjên siyasî yên Îraqê de.
Çavkaniyekî gote dengê Amerîkayê ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî civîneke ku biryar bû li Cedde ligel Cînişînê Siûdî Mihemed bin Selman re bê kirin di roja Pêncşemê de betal kir, ev yek jî piştî êrîşên ku ji aliyê komên çekdar ên Îraqî ve li ser Siûdî hatin kirin ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin û piştî êrişen siûdî li ser Îraqê.

Erdawî: Bêçekkirina Mîlîşeyên gavê sereke ye ji bo çareserkirina krîzê
Analîstê siyasî Xalid Erdawî dibêje ku Erebistana Siûdî diviyabû hinekî sebir kiriba da ku serdana Serokwezîrê Îraqê Eli Zeydî bo Riyadê serkeftî bibe û deriyekî nû di pêwendiyên navbera her du welatan de vebe.

Dr. Xalid El-Erdewî
Dr. Xalid El-Erdewî

Li gorî wî, her çend hebûna nakokiyan li ser hin mijaran hebe jî, diviyabû her cure bersiv an koordînasyon bi hikûmeta Îraqê re were kirin.
El-Erdaweî got ku van bûyeran hikûmeta Îraqê jî xistiye di rewşekî pir dijwar de, di demekê de ku hewl dide pêwendiyên xwe yên herêmî bihêz bike.

Şerîfî: Êrîşên Mîlîşîyayan Pêwendiyên Îraqê bi Herêm û Cîhanê re Asteng Dikin
Ji alîyê xwe ve analîstê stratejîk Dr. Ehmed Şerîfî dibêje ku armanca van êrîşan mîlîşeyên ser bi Îranê ve tenê têkdana ewlehîyê nîne, belku têkçûna projeyên aborî û astengkirina vekirina Îraqê li derdorê xwe yê herêmî û cîhanî ye.

Dr. Ehmed Şerifî
Dr. Ehmed Şerifî

Şerîfî hişyarî da ku êrîşên dawî dikarin bandorê li ser pêwendiyên Îraqê bi welatên Kendavê re bikin û piştgirîya herêmî ya ji bo hikûmeta Serokwezîr Elî Zeydî lawaz bikin.

Şerîfî gote Dengê Amerîkayê ku Îraq li ber qonaxek dijwar e û eger hikûmet û pergala siyasî lawaz bibin, xetera ketina welatê nav aloziyek mezin heye.

Analîstê siyasî Xalid Erdawî dibîne ku ji bo derketina ji vê krîzê, gavê yekem divê hikûmet kesên berpirsyar ji êrîşan li ser Siûdîyê eşkere bike û diyar bike ka ew bi komên çekdar an aliyên din ve girêdayî ne.
Wî herwiha bang kir ku hikûmet berdewam bike bi plana xwe ya bêçekkirina van komên çekdar û şerê li dijî gendelî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG