Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Cezayên Amerîka yên Dijî Îranê li ser Aborîya Îraqê

Cezayên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê dikarin bandoreke berfireh li Îraqê bikin, ji qutbûna gaza Îranî ku ji Îraqî re gelek pêwîst e, heya bazirganîyê û hinardekirina petrolê bi rêya Tengava Hormuzê.

Şêwirmendê Darayî û Aborî yê Serokwezîrê Îraqê, Mezher Mihemed Salih gote Dengê Amerîkayê, "Fişarên Nû yên Amerîka li Dijî Îranê wê Îraqê li hember şokeke mezin a enerjîyê bihêlin."

Şêwirmend got ku cezayên Amerîkayê yên kujer li ser Îranê bandora herî mezin li ser Îraqê dihêle, bi taybetî eger ku îstîsnaya gaza ji Îranê bo Îraqê, ji alîyê Amerîkayê were rakirin. Ji ber ku gelek îstgehên elektirîkê li Îraqê bi gaza Îranê dixebitin, qutbûna wê dikare bibe sedema zêdebûna kirîza elektirîkê.

Mezher Mihemed Salih
Mezher Mihemed Salih

Salih herwiha hişyarî da ku cezayan tund dikarin bandorê li ser bazirganîya Îraqê û têkilîyên bankî bi Îranê re bikin.

Wî destnîşan kir ku Îraq dikare ji ber pirsgirêkên Tengava Hormuzê rastî kêmbûna rêjeya hinardina petrolê û windabûna beşek mezin ji dahatên dewletê bibe; ji ber ku zêdetir ji 85% Petrolê bi rêya Hormuzê derbas dibe.

Li gorî wî, ev cezayên Amerîkayê wê Îraqê tuşî "şokeke ducarî ya enerjîyê" bike, kêmbûna dahatên petrolê ji alîyekî û kêmbûna dabînkirina gazê ji Îranê ji alîyê din ve.

Heysem Hîtî: Operasyona aborî ya Amerîkayê li dijî Îranê dê ji ya leşkerî bi bandortir be

Lêkolînerê têkilîyên navneteweyî, Heysem Hîtî gote Dengê Amerîka, ku cezayên Washington karîgertir be ji operasyona leşkerî û ev dorpêçkirin dê welatên cîran jî vegire, da ku fişara aborî zêdetir bibe, û da zanîn ku sê mehên li pêşîya me dê rêjeya serkeftina vê siyasetê diyar bibe.

Heysem El-Hîtî
Heysem El-Hîtî

Wî got ku astenga herî mezin di vê operasyonê de serederîya ligel Îraqê ye, ku zêdetirî 1500 kîlometir sînor ligel Îranê heye û Îraq weke dergehekî sereke yê bazirganîya Îranê tê dîtin.

Wî got jî ku Washington dê fişarên xwe li ser hikûmeta Îraqê zêde bike ji bo qutkirina piştevanîya aborî ji ser Tehranê, li gel daxwaza helweşandina komên çekdar.

Hîtî cezayên Amerîkayê li ser Îranê weke derfeteke herî baş dibîne. Li gorî wî, eger Amerîka bi rastî karibe sînorên di navbera Îraq û Îranê de bigire, Îran dê di nav tengavîyê de bimîne, lê Îraq dikare vê derfetê bikar bîne û ber bi rêyên aborî yên dûrî Îranê ve biçe.

Hîtî dibîne ku piranîya welatên cîran ên Îranê wê pabend bin bi biryara Amerîkayê, di demekê de ku helwesta Îraqê astenga bingehîn e di vê dorpêçê de.

Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, di hevpeyvînekê bo tora “CNBC”, roja Pêncşemê hişyarî da welatên ku hîn jî têkilîyên aborî bi Îranê re didomînin û got ku heke ew bi bazirganîya bi Îranê re berdewam, bibin, çi bi veguhastina pereyan, kirîna petrola Îranê an jî veguhastinên darayî, Hikûmeta Amerîkayê dê hemû hêza xwe ji bo bicihanîna van tedbîran li dijî wan bikar bîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG