Ajansa Frans Press (AFP) ragihand ku Îraq dibêje wan destpêkirîye tedbîran li dij grûpên çekdar yên kurdên Îranê distînin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di civîneke rojnamevaniyê de ligel hevtayê xwe yê Austurya (Nemsa) Alexander Schallenberg ku niha li Bexdayê ye, ev yek ragihand.
Alexander Schallenberg plan kirîye ku Sêşemê danê êvarî serdana Herêma Kurdistana Îraqê bike û bi berpirsên Herêmê re kom bibe.
Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand ser wê yekê ku peywendiyên Îran û Iraqê xurt û berfireh in.
Lê ev nayê wê maneyê ku di navbera her du welatan de ti pirsgirêk nînin, lê ev pirsgirêk dê bi danûstandinan çareser bibin.
"Li gor destûra Iraqê, ti grûp û aliyek ne Iraqî nikare êrişî welatên cîran bike."
"Jibo berevanîkirin ji wan tedbîrên welêt stendine, û jibo rêgirtina li ber gurbûna aloziyan Ezê serdana Tehran bikim" Wezîr Fuad Husên got.
Derbarê pirsekê di Preskonferansê de Husên got "Pirsa hebûna partî û rêxistinên opozîsyona Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê vedigere bo 40 heta 50 sal berê."
Husên bal nekişand ser wê yekê kanê ew wan grûpanbêçrk bikin yan na, lê wî tekez kir ku Îraq "dest bibicî kirina lihevhatina di navbera her du aliyan kirîye, " Emê vê peyamê roja Çarşemê bi xwe re bibin Tehranê". Husên got.
Nuwîd Mîhrawir yek ji rêberên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan ya opozisyona Îranê roja Sêşemê gote Frans Press, desthilata Herêma Kurdistanê li Balîsanê herêmek destnîşan kirîye weke kampek ku lê bicih bibin.
"Niha em hêzên xwe paşda dibin bo wê kampê."
Heta niha Hikûmeta herêma Kurdsitanê derbarê vê mijarê tişteke fermî ranegihandî ye, her çende ku gelek civîn di navbera berpirsên herêma Kurdistanê û Îranê de çê bûne.
Li aliyek din ajansa Reuters ragihand ku Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên gotiye, meha Adarê peymaneke ewlehiyê di navbera Îraq û Îranê de çê bibû ku li gor wê grûpên çekdar yên opozisyona Îranê û hebûna wan ya li ser sînor heye divê werin veguhastin û kampên wan yên leşkerî bihên girtin.
Hat zanîn ku dibe hin kamp ji bo wan grûpên di kûratiya erdê herêma Kurdistnaê de bên destnîşan kirin û wan ji ser sînor veguhêzin wan kampan.
Îranê gelek caran gef xwarine ku eger ew grûp neyên bêçekirin û ji ser sînor neyên dûr xistin ewê operasyonên berfireh di axa Herêma Kurdistnaê de bidin destpêkirin.
Îranê gelek caran bi topxane û bi firokên bê firokevan û mûşekên dûravêj êrîş anîne ser bingehên grûpên çekdar yên kurdên Îranê ku li bingehên wan li herêma Kurdistana Îraqê hene.
Jêder: AFP/Reuters