Bêhtirî 1,300 jin û zarokên biyanî yên malbatên çekdarên Daiş di nav destê hêzên Pêşmerge de ne, li kampeka bêşûnûwarbûyan li bakurê Îraqê.
Berpirsên ewlekariyê got 1,333 kesan ji 14 welatan di dawiya Tebaxa îsal de, xwe radestî hêzên pêşmerge kirin, piştî têkçûna Daişê li Tel Afar.
Berpirsan, ji ber pîvanên leşkerî, nexwest navên xwe diyar bikin.
Wan got jin û zarok dê bi çi guhnehkariyan neyên tawabarkirin û dê bên şandin bo welatên wan.
Piraniya wan ji Asya navendî, Rûsya û Tirkiyê ne, lê di nav wan de hin kes ji Japon û Korya Başûr jî hene.
Tê zanîn, bi deh hezaran biyanî çûn Îraq û Sûriyê da li paytexta binavkirî ya xîlafeta Daişê bijîn. Lê di van du salên dawî de navçeyên berferh ên bin destê gurûpê hatin rizgarkirin ji aliyê hêzên Îraqî û Sûrî ve, û Daiş hêza xwe li Mûsil û Reqqa yê ji dest da.