Koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka îro Yekşemê ragihand ku wê çalakiyên xwe yên rahênana hêzên xwecihî ragirtine bi sedema êrîşên rokêtan li Îraqê.
Li gor komandariya operasyonên hevbeş(CITF-OIR), ku çavdêriya hewlên Amerîka û koalisyonê di şerê dijî Daişê de dike, hêzên ewlekariya Îraqê û sivîlekî Amerîkî li Bexdayê hatine kuştin, di encama 13 êrîşên rokêtan de li dirêjiya du mehên borî.
CITF-OIR di daxuyaniyeke rojnamevanî de îro Yekşemê got:
“Di encamê de, em bi temamî pêgirin bi parastina bingehên Îraqî yên ku mêvandariya hêzên koalisyonê dikin. Vê yekê şiyanên me sînordar kirin di rahênana hevkarên me de ji bo piştgiriya operasyonên dijî Daişê.”