Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Daişê de li Kerkûkê Efserekî Îraqî Hat Kuştin

Leşkerên Îraqê di dema kontrolkirina bingehekî Daişê de
Leşkerên Îraqê di dema kontrolkirina bingehekî Daişê de

Îro Yekşemê Sazîya Dijî Terorê ya Îraqê ragihand ku efserekî wan di encama şer û pevçûnên bi çekdarên "Daiş"ê re li parêzgeha Kerkûkê hat kuştin.

Sazîya Antî-Terorê di daxuyanîyeke fermî de diyar kir ku efser "Hesen Xidir" di encama rûbirûbûnekê ya bi çekdarên Daişê re li navçeyên sînorî yên parêzgeha Kerkûkê canê xwe ji dest daye.

Tehsîn El- Xefacî
Tehsîn El- Xefacî

Ev du roj in, û bi piştgirîya balafirên şer ên Îraqî, li devera Altûn Koprî ya li bakurê parêzgeha Kerkûkê operasyon li dijî kom û şaneyên Daişê yên li herêmên dûr û asê berdewam dikin.

Lîwa Tehsîn El-Xefacî: Hêzên Esmanî êrîşên encamber li Dijî Daişê Pêkanîn

Peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ên Îraqê, Lîwa Tehsîn El-Xefacî gote Dengê Amerîkayê, "raste hin komên biçûk yên Daişê xwe li cîyên dûr û asê veşartine lê bi saya pêzanînên îstixbaratî ew tên lawazkirin û li gor wan pêzanînan hêzên Îraqî oparasyonan encam didin."

Wî dîsan got, hêzên esmanî êrîşên encamber doh û îro li dijî bingehên Daişê li wê herêmê pêkanîn.

Cebair Yawir: Fikir û Ramanên DAIŞê li Kerkûkê Hîn Jî Mane

Emîndarê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawir, ji Dengê Amerîkayê re got ku "komên biçûk ên çekdarên Daişê li derdora Kerkûkê, bi taybetî li navçeya Pirdê (Altûn Koprî) hatine dîtin. Li gor pêzanênên îstixbaratî hêzên ewlehîya Îraqê bi hevkarîya hêzên Komando yên Herêma Kurdistanê ji Silêmanîyê hatibûn operasyoneka hevbeş li gundên derdora Pirdê encam da."

Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge yê berê
Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge yê berê

Yawir tekez kir ku "her çend Daiş ji alîyê leşkerî ve hatibe têkbirin jî, lê fikir û ramanên wê yên terorîstî hîn nehatine jinavbirin."


Hadî Cello Mer’yî: Daiş Êdî Nikare Mîna Berê Navçeyan Kontrol Bike

Serokê Komeleya Şîrovekarên Siyasî li Îraqê Hadî Cello Mer’yî, gote Dengê Amerîka ku "rêxistina Daişê hîn jî wekî parçeyek ji rewşa nearamîyê li Rojhilata Navîn û bi taybetî li hinek navçeyên bakur û rojavayê Îraqê maye, ku tê de şaneyên biçûk car caran gefê li aştiya civakî dikin. Lêbelê, Mer’yî tekez kir ku êdî nabe hebûna vê rêxistinê wekî metirsiyeka stratejîk a mezin were dîtin, ji ber ku Daişê şiyana xwe ya berê ya ji bo kontrolkirina navçeyên berfireh bi temamî winda kiriye."

Şirovekarê siyasî bal kişand ser guherîna berçav a rewşa meydanî û leşkerî li Îraqê û diyar kir ku hêzên ewlehîya Îraqê, bi taybet Sazîya Dijî Terorê, her weha hêzên Wezareta Berevanîyê û Wezareta Navxweyî, niha di asteka bilind a aramî û hevahengiyê de ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG