Serokwezîrê Îraqê dibêje hêzên ewlekariyê kesek girt ku berguman e di bumbekirina baseke biçûk ku tije sernişîn bû li derveyî bajarê Kerbela yê Şîiî.
Teqîna roja Înê êvarê 12 kes kuştin û 5 birîndar kirin.
Serokwezîr Adil Abdulmehdî di daxuyaniyekê de ku îro Şemiyê ji aliyê nivîsîngeha wî ve hatibû belavkirin, ti agahiyên berfeh li dor kesê berguman nedan.
Teqîn yek ji êrîşên herî mezin bû ku sivîlan dike armanc ji dema ragihandina têkbirina Daişê ve di sala 2017an de.
Şaneyên razayî yên gurûpê bi bedewamî êrîşên wiha li seranserî Îraqê pêk tînin.
Riyên Kerbelayê îro Şemiyê hatin ewlekirin û xalên zêde yên vekolînê hatibûn danîn.