Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Vekişîna Hêzên Pêşmerge ji Navçeyên Cihê Nakokiyê li Îraqê


Mehmûd Ebbas, Hawar Nêrweyî û Kemal Sîdo
Mehmûd Ebbas, Hawar Nêrweyî û Kemal Sîdo

Wezareta navxweyî ya Îraqê dibêje hêzên Pêşmerge ji hin navçeyên din ên cihê nakokiyê vekişiyan li rojhilata Îraqê.

Pêşmerge ji Jelewla, Xaneqîn û Mendelî yên ser sînorê Îranê û her wiha ji Şengalê vekişiyan.

Her wek tê zanîn ew doh ji Kerkûkê jî vekişiyan.

Herçendî pêşbîniya girjî û nakokiyan dibû, lê vekişîna Pêşmergeyan wiha bê şer hin pirs derxistin holê li dor pilana serkirdeyên Herêma Kurdistana Îraqê.

Ev pêşketinên dawî dê çi bandorê bidin ser rewşa xelkê sivîl li wan navçeyan bi giştî û bi taybetî bajarê Kerkûkê?

Gelo metirsî hene tundutijî di navbera pêkhateyên Kerkûkê de derkevin pêş?

Bernameya Hest û Helwest pêşketinên dawî û sedemên vekişandina pêşmergeyan li gel sê mêvanan şîrove dike:

Hawar Nêrweyî, mamosteyê zanîngehê ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne; rêvebirê nivîsîngeha Rojhilata Navîn a Komeleya Gelên di bin gefê de ku li Almanya dimîne; û Mehmûd Ebbas, şîrovekareê siyasî.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke.

Hest û Helwest 17_10_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:45:49 0:00

XS
SM
MD
LG