Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kerkûkê Xwepêşanderek Hat Kuştin Û 14 Jî Birîndar Bûn


Kirkuk Protests
Kirkuk Protests

Li Kerkûkê di encama şer û pevçûnên ligel hêzên ewlehiyê yên Iraqê de kesek hat kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Rûniştvanên Kurd ên Kerkûkê li dijî girtina rêya navbera Kerkûk û Hewlêrê ji aliyê alîgirên Heşdulşeibî û aliyên Ereb û Tirkmen ve xwepêşandanek li dar xistin û alozî derket.

Berdevkê polîs Lîwa Amir Nûrî ji Dengê Amerîka re got: "Xwepêşanderek hat kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn."

Alîgirên eşdulşeibî, Ereb û Tirkmen ev nêzî 10 roj in rêya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de girtine û li dijî fermana Mihemed Şîa Sûdanî ya ji bo radestkirina baregeha encûmena rêveber a berê ya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) nerazîbûn nîşan dan. Niha fermangeha operasyonên Îraqê di wê baregehê de ye.

Amir got, “Yazdeh ji birîndaran ne xwepêşander bûn, lê bi şaşî di nav xwepêşanderan re derbas bûn û birîndar bûn.”

Piraniya birîndaran hatin gulebarankirin dema ku hêzên ewlekarî yên Îraqî bi çekan ji bo belavkirina xwepêşanderan gulebaran kirin, û alozîyan heta derengiya êvara Şemiyê berdewam kir.

Xwepêşanderên Kurd hewl dan xwe bigihînin ser rêya navbera Kerkûk û Hewlêrê li taxa Şuraw da ku alîgirên Heşdulşeibî û aliyên Ereb û Tirkmen dûr bixin û rê vekin, lê hêzên ewlehiyê yên Îraqê rûbirûyê wan bûn û rewş aloztir bû.

Karwan Mihemed, ku xwepêşanderekî Kurd e li Kerkûkê ji Dengê Amerîka re got: "Piştgirên Heşdulşeibî û partiyên Erebî rêyên Hewlêrê girtine û nahêlin xelk karên xwe bikin."

Wî her wiha got, “Pêwîste Kurd bêdeng nemînin, ji bo maf û rûmeta xwe têbikoşin. Partiyên Kurdistanî piştgiriya gel nakin û gelê Kurd jî ji vê rewşê nîgeran e.

Kurdên Kerkûkê grûpa Ehlî Heq û hinek berpirsên Ereb bi girtina rêya navbera Kerkûk û Hewlêrê tawanbar dikin û dibêjin, wan xelkê Hewîceyê anîne û pirsgirêkan ji tevgera Kurdan re li bajêr çêdikin.

Tevî ku hinek aliyên Ereb û Tirkmen nerazîbûna xwe li hember aloziyan diyar kir û daxwaza çareserkirina kêşeyan kir, lê Kurd di wê baweriyê de ne ku destên Ehlî Heq û çend kesayetiyên Ereb li pişt xwepêşanderan de ne û rêya Hewlêrê girtine.

Receb Kakeyî, çalakvanê Kurd li Kerkûkê, ji Dengê Amerîka re got: "Siyasetmedar dixwazin nakokiyên xwe derxin kolanan. Tiştê ku îro qewimî destpêkek xirab û metirsîdar e."

“Tiştê ku kurdên Kerkûkê tore û nîgeran kiriye ew e ku xwepêşanderên Ereb û Tirkmen li dijî PDKê çadir vedane, lê dijberiya hemî kurdan dikin.”

Dengê Amerîka peywendî bi Mesûd Mela Perwêz, berpirsê peywendîyên PDKê li Kerkûkê kir, lê wî nexwest şîroveyekê bike.

Raporta Dilşad Enwer/ Kerkûk

XS
SM
MD
LG