Mijara petrola Herêma Kurdistanê careke din bûye rojeva germ a nakokîyên di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Li gorî agahîyan, Serokwezîrê Îraqê fermana rawestandina hinardekirina petrolê bi rêya Herêmê daye û ji Tirkîyê re jî gotiye petrolê nekire, ji ber ku dahat nagihêjin Bexdayê.
Di nav van alozîyan de, şandeke bilind a federal bi serokatîya Cîgirê Serokwezîr Muhsin al-Mendalawî û bi beşdarbûna wezîrên petrol û elektrîkê gihîşt Hewlêrê. Şand li Zaxoyê bi Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî re civîya da ku dîtina çareserîyekê ji vê pirsgirêkê nîqaş bikin.
Di encamê de, her du alîyan li ser danîna wextekê li hev kir da ku pirsgirêkên enerjîyê, hinardekirin û rêxistina dahatan bi rêya diyalogê bên çareserkirin.
Li gor pisporan, nakokîya sereke girêdayî qebareya petrola ku divê ji Herêma Kurdistanê bo hikûmeta federal bê radestkirin û kapasîteya rastîn a hilberîna petrolê ya Herêmê ye.
Yek ji nakokiyên herî girîng ên di navbera Bexda û Hewlêrê de, pirsgirêka petrolê û mekanîzmaya hinardekirina wê ye li gorî qanûna budçeyê.
Xalib Mihemed, Endamê Komîteya Neft û Gazê ya Parlemana Îraqê, ji Dengê Amerîka re got ku "Di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de li ser mijara petrolê di qanûna budçeyê de pirsgirêk heye. Di qanûnê de maddeyek heye ku jê re 'Madeya 10' tê gotin. Ev made ji çend xalan pêk tê ku bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne. Yek ji wan xalan li ser petrolê ye; ku divê Hikûmeta Herêmê rojane zêdetirî 400 hezar bermîl petrol bide Hikûmeta Federal."
Mihemed herwiha got ku "Hikûmeta Herêmê dibêje ew nikare 400 hezar bermîl hilberîne, lê tenê dikare rojane 270 hezar bermîl hilberîne. Lê li gor zanyariyên me û aliyên din, Hikûmeta Herêmê dikare ji 400 hezar bermîlî zêdetir hilberîne, lê beşek ji vê petrolê bo derveyî Îraqê, bo Tirkiyê an welatên din, bi qaçaxî tê şandin."
Ji alîyê xwe ve, parlamenterê berê Mecîd Şingalî nêrîneke din derbarê aliyê teknîkî yê vê mijarê de pêşkêş dike.
Ew dibêje ku hilberîna zevîyên neftê yên Herêmê nêzî 265 hezar bermîl rojane ye û 50 hezar bermîl ji bo xerckirina navxweyî têne bikaranîn. Li gor wî, ji bo zêdekirina hilberînê divê weberhênanên zêdetir di zevîyên neftê de bên kirin.
"Eger Hikûmeta Federal bixwaze vê hilberînê zêde bike, divê di van zevîyan de veberhênan bên kirin daku asta hilberînê bilind bibe. Lê budçeya federal ti veberhênanan di zeviyên petrolê yên Herêmê de nagire nava xwe, belkî tenê miqdara hinardekirinê dihewîne," Şingalî ji Dengê Amerîka re got.
Şingalî diyar kir ku Ji ber wê yekê, ev serdan bi van dosyayên petrolê ve girêdayî ye ji alîyê teknîkî ve, daku hilberîna rastîn û ya heyî ku Herêma Kurdistanê dikare hinarde bike, were nirxandin."
Ji bilî nakokîyên li ser tibaba hilberîna neftê, mijarên din jî hene, di nav de hinardekirina nefta xav bi rêya bazarên reş û hinardekirina berhemên neftî ji alîyê Hikûmeta Bexda bo Herêmê, rêbazên hinardekirina wan û dabînkirina sotemenîyên ji bo welatîyên Herêma Kurdistanê.
Parlemanter Xalib Mihemed îdîa dike ku neft û berhemên neftî bi awayekî qaçax ber bi gelek welatan ve dibin. Ew dibêje ku zêdetirî 300 tankerên ku bi nefta xav, nefta reş û berhemên neftî bar kiribûn, nehatine destûrdan ku bikevin Tirkiyê. Ev agahî li gorî gotinên wî ne.
Mihemed herwiha behsa nakokiyê li ser peymaneke berê dike ku li gorî wê, diviyabû rojane 50 hezar bermîl berhemên neftê ji bo dabînkirina sotemeniyên piştgirîkirî ji bo welatiyên herêmê bên veqetandin. Ew dibêje dike ku ev berhem heta niha wekî ku di peymanê de hatibû destnîşankirin, negihîştine welatiyan.
Di hevdîtina Zaxoyê de, her du alîyan li ser mijarên neçareserkirî yên di navbera Bexdayê û Hewlêrê de, bi taybetî derbarê hinardekirina neftê, rêxistina dahatên petrolê û rêvebirina çavkaniyên enerjiyê, gotûbêj kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha girîngiya parastina mafên destûrî yên Herêmê û misogerandina mafên wê yên darayî di çarçoveya budceya federal a sala 2027 de tekez kir.
Ji alîyê xwe ve, şanda hikûmeta federal ragihand ku li ser danîna nexşeyên demkî yên zelal ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî lihevhatin hatiye kirin. Lê belê, heta niha tu lihevhatina dawî ya li ser çareserkirina nakokiyên neftî û darayî nehatiye ragihandin. Her du aliyan jî girîngiya berdewamkirina dîyalog û hewldanên hevbeş ji bo gihîştina lihevkirinên hevpar tekez kirin.
Lê pispor dibêjin ku encama serdana dawî dê girêdayî wê be ku gelo ev danûstandin dê bibin gavên pratîkî û lihevkirinên ku dikarin bên bicihanîn an na.