Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kêşeyên li Îraqê di Konferansekê de li Washington Hatin Gotûbêj Kirin


Konferansa Atlantic Council li ser Îraqê
Konferansa Atlantic Council li ser Îraqê
Encûmena Atlantîk (Atlantic Council) li Washington di rojên 25 û 26ê Cotmehê de Konferansek li paytexta Amerîka Washingtonê li dar xist ku biryara êrîşkirina ser rejîma Sedam Hûsên û guherîna desthilatê li wî welatî li Washingtona berîya 20 salan hatbû dayîn, li bîranîna êrîşên ser Îraqê û nehiştina rejîma Sedam Hûsên, ev konferans hat encam dan.

Li Washington ev konferans di wî çaxî de hat li dar xistin dema ku li Bexda nakokî û hewildanên ava kirina hikûmeteke nû dihat dayîn, piştî ku Serokomarê Îraqê Lertîf Reşîd di parlemenê da hat hilbijartin û wî jî Mihemed Şiyai Al Sudanî destnîşan kir bo avak irina hikûmetek nû.

Konferans, du rojan dom kir û gelek lêkoler, berpirsên Amerîkî û analîst beşdarî konferansê bûn û bal kişandin ser pirsgirêk û guherînên ku di 20 salan de li Îraqê pêkhatine û ewê bi çi awayî wan kêşe û derfetên sereke yên ku nifşên nû û pêşerojê rûbirû bûne lêkolîn û pêşniyar bikin ji bo ku bihên çareser bikin.

Panela yekê ya di roja Sêşemê 25ê mehê de girngî dabû rewşa ewlekarîyê li seranserê Iraqê, di nav wan de metirsiyên ku welat di 20 salên dawî de rast hatbû û li hember kêşeyên mezin rûbirû maye, binirxînin, û gavên bi kiryar û lezgîn ji bo kêmkirina kêşeyên ewlehiyê li welêt gotûbêj bikin.

Di panelê de pêşî xanim Jennifer Gavito Alîkara Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka jibo Îraq, Îran û Dîplomasiya gelemperî axiftinek kir û bal kişand ser gefên niha cîhan û herêm rast hatine yên weke dagîrkeriya Rûsya li Ukrayna û êrîşên wê yên ser Ukrayna, gefa Çînê ya li cîhanê û herêma Hindo-Pasafîk, Klîma û gelek pirsên din.

Xanim Jennifer Gavito behsa girngî pêdana rêveberiya Joe Biden kir ya Rojhilata Navîn û got ku vê dawiyê Rêvebriya Biden stratejîyek nû ya jibo ewlekariya li Rojhilata Navîn amade kirîye, herwiha behsa klîma û demokrasiya li herêmê kir, wê bal kişand ser destxisitna Îranê ya nava karên Îraqê û êrîşên ser welatî û berjewendiyên Amerîka, herwiha ser herêma Kurdistanê wê got" Êrîşên vê dawiyê yên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê gelek xemgîn in. Bikaranîna firokeyên bê firokevan û mûşekên balistîk ji aliyê Îranê ve bûye sedema kuştina sivîlan û ziyanên canî. Ji bo ku rewş xirabtir bibe, rêberên Pasdaran paşerojê tehdîd kirine. Tê zanîn ku me nîgeraniya xwe derbarê operasyonên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê jî nîşan da û me daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku ji nêzîk ve hemahengiyê ligel rayedarên Iraqî bike li ser operasyonên leşkerî yên li ser sînor."

Li aliyek din bi rêya Zoomê hejmarek wezîr û fermandarên leşkerî û ewlehiya Îraqê beşdarî panelê bûn û behsa astengiyên ewlehî û hewildanên tenahiya li Îraqê kirin.

Di panelên roja duyan de Çarşemê 26ê Cotmehê, li ser rewşa Keş û hewayê, jîngeh, torîzim û pirsên şaristan û dîrokî rawestiyan.

Wezîrê Roşenbîrî yê Îraqê Hesen Nazim, yek ji panelîstên Konferansê bû bal kişand ser ziyanên bi kerta torîzim û muzexaneyên Îraqê ketî di çend salên borî de ku gelek antîkên dîrokî û nirxên mîrata şaristaniya Îraqê hatine dizîn, heta niha bi alîkariya hin aliyên navnetewî hinek ji wan hatine vegerandin, lê dîsan jî zirarek mezin gehiştîye muzexane, antîk û ciyên dîrokî li Îraqê bi taybet li ser destê DAIŞê.

Herwiha wî got, ku hem UNESCO hem jî welatên Erebî yên weke Urdon, Erebistana Saûdî, Libnan û Îmarat alîkariya Îraqê dikin jibo vegerandina perçeyên antîkê yên hatine dizîn û alîkariya baş kirin û ji nû ve avakirina jêrxaneya kulturî û torîzma Îraqê bikin, weke avakirina mizgefta Norî û minara Hadbba li Mûsil û cihên din yên dîrokî li Babil û bajarên din.

Her wiha wî got ku balyuzxaneya Amerîka li Bedxda gelek alîkariya xortên Îraqê dike bi proje û planên di warê pêşxistina xortan û baş kirina kerta perwerdeyê de.

Wezîrê Roşenbîrî yê Îraqê bi rêya Zoomê bo Konferansê ji Bexda diaxife
Wezîrê Roşenbîrî yê Îraqê bi rêya Zoomê bo Konferansê ji Bexda diaxife

Dengê Amerîka hevdîtin ligel birêz Abas Kazim revebirê Ênsîyatîva Îraqê li Encûmena Atlantîk encam da û di bersivdana pirsên Dengê Amerîka de yên derbarê giringiya Konferansê di vê demê de wî got"Ev konferansek gelek giringe, di demek gelek giring de ye, îro em dibînin ku piştî salekê ji kar ketina hikûmetê hin asoyên avakirina hikûmetê derketine hole, dibe ku em van rojan nêzîk di çend rojên li pêşiya me bibînin."

Abbas dîsan got "Konferans giringe jiber ku em niha li destpêka derbasbûna 20 salane bi ser girtina Îraqê û nehiştina rejîma Sedam Hûsên."

Konferansa Encûmena Atlantîk li Washington Derbarê Îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:24 0:00
XS
SM
MD
LG