Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenter Cemal Koçer: Divê Bilez Civateke Siyasî Kurdî Were Avakirin

Parlamenta Îraqê
Parlamenta Îraqê

Ev bûye çend roj ku girjî di navbera fraksyonên Kurdî û Serokê Parlamenta Îraqê Heybet Helbûsî de hene, piştî ku pileya serok erkanê Îraqê bêyî ku di rojeva rûniştna parlamentê de hebe, ket dengdanê û derbas bû.

Serok Erkan (Supasalarî) pileyek bilind a leşkerî artêşa Îraqê de ye. Piştî guhertina rejîma Îraqê sala 2003ê, ew pile behra Kurdan bûye û Babekir Zêbarî di wê postê de bû.

Endamê Parlamena Îraqê Cemal Koçer bo Dengê Amerîka behsa hûrgilîyên bûyera parlamentê dike û dibêje "Piştî referadumê, ji sala 2018 û vir ve nêrîna hikûmeta Îraqî bi temamî bûye nêrîna hikûmetek merkezî."

Koçer got, di rûnişta parlamentê de rojev hatibû amadekirin, du xalên ku xistibûn dengdanê di rojevê de nebûn, ew jî destnîşankirina Emîndarê Giştî yê Paytext Bexda û posta Supasalarîya Îraqê."

Parlamenter Cemal Koçer
Parlamenter Cemal Koçer

Koçer derbarê hurgilîyên rûniştina nakokbar a parlamentê dibêje, "dema xala Emîndar ket dengdanê, ew derbas bû. Herwiha, serokê parlamentê Helbûsî yekser ragihand ku îmze ji 70 endamên parlamentê gihaye wan ku deng li ser posta supasalarî jî were dayîn û yekser xist dengdanê û derbas kir, û Kurd ji wê postê bêpar hiştin."

Endamê Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê got, "Ji ber ku Kurd berbelav in, Bexda jî wê yekê bikar tîne û eger Kurd bilez encûmeneke siyasî ava nekin, ewê gelek tiştên din li Bexda ji dest bidin."

Koçer wiha dibîne ku eger Bexda pirsa mûçe, budce, petrol û gaz çareser neke û hêdî hêdî herêmê bêdesthilat bihêle, "Divê Kurd beşdarî hikûmetê nebin û ji Bexda vekişin."

Yasanas û endamekî berê yê parlamenta Îraqê, ku nexwest navê wî eşkere bibe, gote Dengê Amerîka "Kurd li Bexda postan ji dest didin û lawaz bûne. Sedem jî xemsarîya Kurdan bixwe ye."

Wê çavkanîyê herwiha got ku "Kesên ku ji bo Bexda tên şandin ne kesên xwedî tecrûbe ne û divê di pirsên yasayî û dariştina qanûnan de pispor bin."

Parlamenter Koçer da zanîn ku niha di parlamenta Îraqê de pirgirêkek din heye ew jî ew e ku berê parlament ji desteyeke serokatîyê pêk dihat, lê niha piştî Helbûsî ew deste nemaye û serokatîya parlamentê tenê serok û du cîgir cih digirin, îcar gelek bi hêsanî dikarin pirsan derbas bikin."

Ferhad Etrûşî Cîgirê duyê yê serokê parlamenta Îraqê ye û Kurdekî ji fraksyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye. Wî doh Çarşemê daxuyanîyek derbarê derbaskirina posta supasalar weşand û got "Dema ku Îraq di rewşeke pir aloz de derbas dibe û herwiha rewşa herêmî û cîhanê aloz e, serokê parlamenta Îraqê gavek avêt ku rewşê hîn jî aloztir dike, ji ber ku wî bilez û bê plan hin postên taybet xistin dengdanê."

Etrûşî got, "Ya ku roja Sêşemê pêk hatî, bi zelalî li dijî madeya 9ê yê destûra Îraqê û madeya (37/du) yê rêziknameya navxweyî ya parlamentê ye."

Etrûşî herwiha da zanîn, "Ji ber ku ew dengdan ne yasayî ye, emê li dadgehê gilî bikin."

Lê parlamenter Cemal Koçer gote Dengê Amerîka, eger heta li Dadgeha Bilind a Îraqî gilî were kirin jî "dê Kurd ti encaman bidest nexin, ji ber ku dadgeha bilind jî siyasî ye û piranî ji kesên şî’a pêk tê û berî niha jî Kurdan posta Cîgîrê serokê Îstîxbarata Îraqê ji dest daye."

Di civîna parlamentê de Ebdulemîr Yarellah wekî supasalarê nû yê Îraqê hate destnîşankirin. Ji bo ku nêrîna Yarellah webigire, Dengê Amerîka çend caran hewl da peywendîyê ligel wî kir lê bersiv nebû.

XS
SM
MD
LG