Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistanê Mafê Xwe yê di Budceya 2027’an de Dixwaze

The Kurdistan Regional Government (KRG) Council of Ministers held a cabinet meeting on Wednesday, October 28, 2026
The Kurdistan Regional Government (KRG) Council of Ministers held a cabinet meeting on Wednesday, October 28, 2026

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, roja Çarşemê, 28ê Cotmeha 2026’an, piştî nirxandina encamên danûstandinên dawî yên bi hikûmeta federal a Îraqê re, careke din daxwaza parastina mafên aborî û destûrî yên herêmê di budceya sala 2027’an de dubare kir.

Di civîna hikûmeta herêmê de, encamên serdana şanda bilind a hikûmeta federal a Îraqê ya ji bo axaftinên li ser neft û enerjiyê hatin nirxandin. Her du alî li ser mijarên petrolê û enerjiyê û mafên aborî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya reşnêvîsa budceya federal de gotûbêj kirin.

Hikûmeta herêmê diyar kir ku divê para Herêma Kurdistanê ji budceyê li gorî rêjeya nifûsê, ya ku ji sedî 14.14% e, were hesabkirin. Herwiha bang li hikûmeta federal kir ku pêşniyara budceyê berî danûstandin û dengdanê were sererastkirin û mafên destûrî û aborî yên herêmê tê de bên parastin.

Derbarê hilberîna petrolê, Endamê Komîteya Petrol û Gaz û Çavkaniyên Xwezayî li Parlemana Îraqê Binas Doskî, di dema serdana Kompaniya Şandina Petrolê ya Îraqê (SOMO), de wî got "Hilberîna Herêma Kurdistanê niha tenê 200 hezar bermîl e.

Wî gote Dengê Amerîkayê, "Hejmara ku di budceyê de hatî, ku herêm divê rojê 400 hezar bermîl radest bike, ne rast e û ti rastiyek ji bo wê nîne."

Bnas Doski Iraqi MP
Bnas Doski Iraqi MP

Wî herwiha diyar kir ku "heke bi kompanyên neftê re lihevkirin pêk were û piştgirî ji wan re were dayîn, dibe ku hilberîna neftê ji nû ve zêde bibe." Li gorî daxuyaniya hikûmeta herêmê, ew dixwazin bi hikûmeta federal re li ser budceya 2027’an lihevkirineke dadwer çêkin, ku mafên aborî yên herêmê biparêze û rê li ber dubarebûna krîzên aborî yên salane bigire. Lê belê, gihîştina lihevkirineke dawî hîn jî girêdayî encamên danûstandinên di navbera her du aliyan de ye.

Komîteya Darayî ya Parlemana Îraqê Duşema borî ragihand ku projeya budceyê di 15 meha Mijdara li pêşîya me dê bigihîje Parlemanî ji bo gotûbêj û pejirandinê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG