Karbidestên Îraqî gotin ku kesek roja Înê ji ber taya xwînrijyana Kirim-Kongo mirîye dema ku pêketîyên vîrusê li bakurê welatî belav dibin.
Li gorî hejmarên wezareta saxlemîyê, Iraqê herî kêm şeş mirin ji derdora 20 pêketîyên nexweşiyê, ku bi taya Kongo jî tê zanîn, ji destpêka Nîsanê ve tomar kiriye.
Berpirsên saxlemîyê li Kerkûkê, li bakurê Bexdayê, roja Înê yekem mirina parêzgehê ji ber nexweşiyê ragihand.
Karmendê tenduristiyê Ziyad Xelef got ku kesê mirî qesabek bû ku rênimayên tenduristiyê neşopandibûn.
Li gorî Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO), nexweşî bi kirnê çêdibe û dibe sedema xwînrijandina giran.
Mirov bi giştî bi têkiliya digel xwîna ajalên nexweşî girtî û piştî serjêkirina ajalan bi wê nexweşîyê dikevin.
Li gorî WHO, ew dikare di navbera mirovan de jî bi "têkiliya nêzîk digel xwînê, anjî teratîya bedenê mirovên pêketî derbas bibe.
Wê nexweşîyê di navbera 10 heta 40 ji sedî yê hemî bûyeran da rêjeya mirinê ya bilind heye.
Desthilatdarên Kerkûkê veguhestina ajalan bo parêzgehê û ji parêzgehê qedexe kirine.
Parêzgeha Nînewayê, di heman demê de li bakurê Iraqê, roja Pêncşemê yekem pêketî tomar kirîye û parêzgeha Babilê jî yek mirin di 29ê Avrêlê de tomar kirîye.
Piraniya pêketîyan li Dhi Qar rû dane, ku ew herêm parêzgehek xêzan û bi piranî gundewarî ye li başûr ku bi xwedîkirina pêrûyan, pez û bizinan tê zanîn, ku hemî jî hilgirên pêkan yên nexweşiyê ne.
Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê Seif al-Bedr gote AFP ku pêketî "sînordar in" bûn lê pejirand ku rêjeya pêketîyan "ji sala berê bilindtir" e.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê, piraniya kesên vegirtî cotkarên dewar û karkerên kuştiyan bûne.
WHO dibêje taya Kongoyê li Afrîka, Asya, Rojhilata Navîn û Balkanan berbelav e.