Biryarên dawî yên hikûmeta Îraqê yên derbarê petrol, dergehên sînorî û zevîyên petrolê, careke din nakokîyên navbera Bexda û Hewlêrê anîne pêş. Ev yek di demekê de tên ku gelek alî bawer dikin ku mijar ne tenê ya rêvebirinê yan aborîyê ye, lê belê bi xwezaya têkilîya navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.
Van biryaran di nav xwe de hinardekirina petrolê tenê bi rêya Wezareta Petrolê ya federal, kontrolkirina dergehên sînorî ji alîyê Desteya Dergehên Sînorî ve û zêdekirina çavdêrîya li ser zevîyên petrolê û tevgera berhemên petrolê digirin.
Peyamên Bexdayê
Her çend hikûmeta Îraqê heta niha van biryaran bi awayekî fireh şirove nekiriye, lê gotinên Serokwezîr Ali Zeydî di van rojan de dîtineke eşkere li ser nêrîna Bexdayê pêşkêş dikin.
Zeydî di civînekê de bi berpirsên dosyeya qaçaxtîya petrolê li Curf El-Sexerê re gotibû: "Dadwerî dewletê dixwaze û divê ji Zaxo heta Besrayê ti cih nemîne ku tê de qaçaxtî û dizî hebe."
Ji bo gelek şirovekaran, ev gotin nîşan didin ku Bexda hewl dide van gavên dawî wek beşek ji projeya xwe ya sepandina desthilata dewletê li ser hemû axa Îraqê pêşkêş bike.
Herwiha, li vê dawî yê gelek nîşaneyên siyasî û ewlehî derketin holê ku tê de hikûmeta federal daxwaza kontrola mezintir li ser dosyeyên ku salan e mijara nakokiyan in, nîşan da. Ji wana serdana Serokê Desteya Heşda Şeebî Falih Feyad bo Hewlêr bû, ku piştî operasyonên ewlehiyê yên li Curf es-Sexr hat encamdan.
Alozîyeke nû li ber derî?
Şirovekarê siyasî Îhsan Şemerî hişyarî dide ku ev pêşketin dikare bibe destpêka krîzeke mezin a nû di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Li gor Şemerî, mijarên wek ketina hêzên fermî yên Îraqê bo navçeyên ku ji alîyê ewlehiyê ve di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ne, kontrolkirina dergehên sînorî, çavdêrîya bîrên petrolê û girtina derbasgehên nefermî, hemû mijarên nazik in ku dikarin nakokîyan zêdetir bikin.
Wî di heman demê de bal kişand ser wê yekê ku dosyeyên girîng wek budceya Herêmê, mafên karmendan û petrolê heta niha nehatiye çareserkirin, û ev yek dikare bibe sedema zêdebûna girjîyên siyasî.
Şemerî dibêje ku Hewlêr dikare hin alîyên van biryaran wek gaveke yekem a ber bi lawazkirina desthilatdarîya Herêmê ve bibîne, ku ev yek dikare têkilîyên navbera her du alîyan bêtir tevlihev bike.
Piştî van biryaran çi ye?
Her çend helwestên her du aliyan niha zêde ji hev dûr xuya dikin, lê çavdêr dibêjin hîn zû ye ku li ser encamên dawî yên vê pêvajoyê biryar were dayîn.
Li dema ku Bexda van gavên xwe wek beşek ji hewldana sepandina yasa, desthilata dewletê û şerê li dijî qaçaxtîyê pêşkêş dike, Herêma Kurdistanê wan wek destdirêjîyeke li ser maf û destkeftîyên xwe yên destûrî dibîne.
Pispor dibêjin pirs ne tenê ew e dê çawa ev biryar werin cîbicîkirin, lê belê ew e ku gelo Bexda û Hewlêr dê ber bi qonaxeke nû ya alozî û nakokîyan ve biçin, an jî di dawîyê de dê vegerin ser maseya danûstandinê ji bo dîtina rêgezeke çareserkirina dosyeyên ku salan e di navbera wan de mane.
Endamê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Xoşnaw ji Dengê Amerîka re ragihand ku ev biryar "bêguman alozîyeke nû ye û bandorê li ser peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û desthilata federal de dike", lê tekez kir ku "bandora wê dê ne bi wî rengê dengvedana mezin be ku niha behsa wê tê kirin."
Xoşnaw amaje bi wê yekê kir ku "wisa xuya dike hinek alî vê yekê wekî derfetekê dibînin da ku di şêwaza serederiya ligel van biryaran de, asta kîn û nefreta xwe li hemberî Herêma Kurdistanê nîşan bidin."
Derbarê çareseriyê de jî, Xoşnaw tekezî li ser girîngiya diyalogê ligel Bexdayê kir û got: "Tevî ku ev gav çêkirina krîzekê ye, lê di heman demê de derfetek e da ku em li ser pirsgirêkên di dosyaya darayî, enerjî û birêvebirina deriyên sînorî de rawestin, û ber bi derxistina yasaya petrol û gazê ve biçin ku ez wê wekî xeleka winda di çareserkirina vê dosyayê de dibînim."