Lînkên eksesibilîtî

Maseya Gurover: Berê Nakokiyên Herêma Kurdistana Îraqê li gel Hikûmeta Navendî li ku ye?


Mêvanên Bernama taybet

Serokwezîrê Îraqê Heyder el-Ebadî îro li gel Serokomarê Tirkiyê kom bû û herdû aliyan careke din dupatkir li ser pêwîstiya ku Îraq bimîne welatekî yekgirtî û dijberiya xwe li dor referanduma herêma Kurdistan Îraqê anî ziman.

Serdana Ebadî tê rojekê piştî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de sarkirina encamên referandumê ragihand wek pêşniyaz ji bo guftûgoya li gel Bexdayê.

Gelo pêşbîniya guftûgoyê dibe, di demekê de ku hikûmeta Navendî ya Îraqê daxwaza jinavbirina encamên Refereandumê dike ne tenê sarkirina wan.

Serdana Ebadî bo Tirkiyê dê çi li ser erdê biguhêre?

Bandora van pêvajoyên dawî li ser şerê dijî Daişê çiye?

Maseya Gurover van pirsan û hin pirsên girêdayî, li gel çar mîvanan gotûbêj dike:

Mêvanên Bernamê: Nîçîrvan Mam Nûrî, şarezayê siyasî ku Herêma Kurdistana Îraqê li Silêmaniyê dimîne.

Îmad Yûsif, hevrêzkarê tevgera ciwanên Kurd ku li Sûriyê, bajarê Qamişlo dimîne.

Berzan Îso, şîrovekarê Siyasî ku li Sûriyê, bajarê Amûda dimîne.

Serbest Sindî, şîrovekarê Siyasî ku li Tirkiyê, bajarê Stenbolê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG