Desteya Deriyên Sînorî ya Îraqê, îro Yekşemê, vekirina deriyê sînorî yê sereke di navbera Kuweyt û Îraqê de ragihand.
Berdevkê Desteyê Elae'idîn El-Qeysî gote Dengê Amerîkayê ku derîyê Sefwan (Ebdelî) ji aliyê geştiyaran û tevgera bazirganî ya di navbera her du welatan de bi rengekî xwezayî dixebite, û her wiha da xuyakirin ku deriyê sînorî yê Şelemçe yê bi Îranê re jî ji bo geştiyaran û çalakîyên bazirganî hatiye vekirin.
Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Kuweytê ragihandibû ku deriyê sînorî yê El-Ebdelî piştî êrîşeke bi dronên di roja Pêncşemê de ku ziyanên madî bê qurbaniyên mirovî çêkiribûn, bi awayekî demkî hatiye girtin.
Derîyê El-Ebdelî, ku li parêzgeha Cehre ya li bakurê Kuweytê ye, ji bo tevgera geştiyarî û bazirganiyê di navbera Îraqê û Kuweytê de rolek sereke heye.
Hêzjayî gotinê ye ku ew derîyê sînorî yê giring û serke di navbera herdu welatan de, ji alîyê Îraqê ve bi Ebdelî tê naskirin û ji alîyê Kuweytê ve Sefwan tê gotin.