Hêzên ewlekariya Îraqê hin gorên bikom dîtin li navçeyeka ku van demên dawî ji bin destê Daiş hatibû rizgarkirin, ku renge bêhtirî 400 term vedihewînin, li gor berpirsekî Îraqê.
Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd got termên xelkê sivîl û hêzên ewlekariyê hatin dîtin li bingeheka berdayî ya nêzîkî bajarê Hewîja, ku meha borî ji bin destê Daiş hatibû rizgarkirin. Wî negot dê kengî desthilatdar terman ji goran derxin.
Xelef Luheybî, ku şivanekî xwecihî ye û wî gorên bikom şanî hêzên Îraqî kirin, got Daiş girtî dianîn wê navçeyê û ew gullebaran dikirin an dişewitandin.
Cilên qetiyayî, hestî û serên mirovan li wî cihî dihatin dîtin.