Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îraqê Girtina Endazyarê Teqîna 2016'an Radigihîne


Nexşeya Bexdayê.
Nexşeya Bexdayê.

Hikûmeta Îraqê îrod Duşemê ragihand ku wê endazyarê teqîneke kujer ya sala 2016'an li bazareke Bexdaya paytext girtîye. Di wê teqînê de nêzîkî 300 kes hatibûn kuştin û 250 jî birîndar bûbûn.

Teqîna xwekuj li naverasta taxa Kerade ya Bexdayê êrîşa herî kujer bû ku ji sala 2003'an ve li Îraqê qewimîye.

Du karbidestên Îraqî yên zanyarîyê got ku kesê bi navê Xezwan el Zobayî di operasyoneke aloz de bi alîkarîya welatekî cîran hate girtin. El Zobayî hemwelatîyekî Îraqî ye.

Herdu karbidestan da zanîn ku el Zobayî li welatekî biyan hate girtin û û berî du rojan hate veguhestin bo Îraqê. Wan diyar nekir ev kes li çi welatî hatibû girtin.

El Zobayî yê 29 salî endamekî el Qayîde bû dema ku ji alîyê Amerîkayê ve heta sala 2008'an di zindana Cropper li Îraqê de bû. Ew sala 2013'an ji zindana Ebû Xirêb revîya bû û paşê tevlî koma DAIŞ'ê bû.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG