Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarekî Îraqî: Operasyoneka Leşkerî li Nêzîkî Sînorê Sûriyê Dest pê kir


Komandarekî leşkerê Îraqê dibêje hêzên wan dest bi operasyonekê kir li ser gelek astan ji bo rizgarkirina bajarokê Ekaşat ê nêzîkî sînorê Sûriyê ji bin destê Daişê.

General Ebdul Emîr Reşîd Yar Ellah îro Şemiyê got armanca operasyona rizgarkirina Ekaşat ewe parastina ewlekariya sînor û herêma bakurê riya sereke ku Bexda û Urdun û Sûriyê bi hev ve girê dide.

Peyvdarê komandariya leşkerî ya hevbeş General Yaha Resûl dibêje koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka piştgiriya esmanî dabîn dike ji bo gelek hêzên li ser erdê.

Ekaşat bajarokekî biçûk e li rojavayê parêzgeha Enbar li başûrê bajarokên stratejîk ên di bin destê Daişê de, Qaîm, Rewa û Ana.

Tê zanîn, Daiş hat derxistin ji piraniya navçeyên ku sala 2014an kontrol kiribû.

XS
SM
MD
LG