Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Misr, Urdon Û Îraqê li Bexda Destpê Dike


Hilcivîna Bexda, Îraq, Misir û Urdon
Hilcivîna Bexda, Îraq, Misir û Urdon

Roja Yekşemê li bajarê Bexda paytexta Îraqê hicivîna bilind ya Bexda hat destpêkirin ku tê de berpirsên Îraqê, serokê Misrî Ebdulfeta Al Sîsî û Şahê Urdonê şah Ebdullahê duyan beşdar dibin.

Gotûbêjên di navbera her sê welatan de tekez li ser hevkariya aborî, ewelkarî û bazirganî hatiye kirin û derbarê rewşa li herêmê û pirsgirêkên girêdayî wê danstandin hatine encam dan.

Serokomarê Îraqê Barham Salih di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de nivîsand "Me pêşwaziya xwedî rûmet serokê Misrî Sîsî û rêzdar Şah Ebdullah kir, têkeliyên me yên bihêz ji destpêbûna siberojeke jêhatî bo gel û gencên me, peyameke zelale di nava pirsgirêkên mezin yên li herêmê de, rê xweş dike jibo rêxistina civakî ya seranserî bo herêma me, jibo jinav birina tundiyê û rêzgirtina serwerî û aboriyeke hevbeş. "

Di vê dema dawiyê de Îraq dixwaze rolê navbeynkariyê di pirsgirêkên li rojhilata navîn de bilîze.

Berî destpêkirina rojeva hilcivîna îro li Bexda paytexta Îraqê, serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî û şahê Urdonê şah Ebdullah duqolî ligel serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî û li gel serokomarê Îraqê Dr. Barham Salih kombûn.

XS
SM
MD
LG