Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nerazîbûna Krîstîyan û Kurdan Dengdan li ser Wezareta Koçberîyê Îraqê Paş Xist

Bi dawîbûna rûniştina Parlamana Îraqê, kabîneya Hikûmeta serokwezîr Elî Zeydî bi erêkirina wezîr û sê cîgirên wî temam bû, lê dengdan li ser Wezareta Koçberî û Koçberan û posta cîgirê Kurd ê serokwezîr bêencam hat paşxistin.

Samî Oşana, parlemanterê Krîstîyanî ê Îraqê, ji Dengê Amerîkayê re got ku paşxistina dengdanê li ser Wezareta Koçberîyê ji ber nakokîyan li ser mafê nûnertîya pêkhateyan û parvekirina postan bû.

Oşana diyar kir ku bloka Krîstiyan a "Suyana" sê kursîyên ji pênc kursîyên ku ji bo pêkhateya Krîstîyan hatine dayîn bi dest xistiye, û bi hevpeymanîya Êzdî û Kurdên Feylî re, pênc ji neh kursîyên pêkhateyan temsîl dike. Wî got ku ji ber vê yekê, mafê wan e ku wezaretê bistînin.

Sami Oshana, Iraqi MP
Sami Oshana, Iraqi MP

Wî herwiha got ku "serokwezîr Elî Zeydî namzetek wekî kesayetek serbixwe pêşkêş kir, lê bloka wan piştî vekolîna jiyana karî ya wê red kir, ji ber ku, li gorî agahîyên ku wan bi dest xistine, ew bi alîyekî siyasî ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, biryara li ser wezaretê hate paşxistin da ku danûstandin bên temam bikin."

Oşana got ku Îraq hîn jî di bin bandora pergala parvekirina postan a siyasî (Muhasesa) de ye, ku li gorî wî postên hikûmî di navbera partî û blokan de tên belavkirin, ne li gorî jêhatîbûn û hêvî xwest ku rojekê kesayetî li gorî şiyan û jêhatîbûna wan, bêyî berçavgirtina girêdayîbûna wan a siyasî, bên hilbijartin.

Di encama danişîna Parlemanê de, Serokwezîr Elî Zeydî serkeft ku 11 wezîrên mayî yên kabîneya xwe û sê cîgirên xwe derbas bike, lê nakokîyên di nav alîyanên Krîstiyan û Kurd de bûn sedema paşxistina dengdana li ser Wezareta Koçberî û Koçberan û postê cîgirê çarem ê serokwezîr.

Tê zanîn kabîneya nû kesayetîyên ku bi komên çekdar ên ser bi Îranê ve girêdayî ne dihewîne. Ajansa Fransa Presse, bi veguhastina gotinên du çavkaniyên dîplomatîk, ragihand ku ev gav bi pejirandina nepenî ya Amerîkayê pêk hatiye, di çarçoveya têgihiştinên ku bi sozên Bexdayê yên sinordarkirina çekan bi destê dewletê û parastina berjewendîyên Amerîkayê li Îraqê ve girêdayî ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG