Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Firokeke bê Firokvan Mala Muqteda Sedir Dike Armanc


Firokeke bê firokvan a şer îro Şemiyê mala rêberê ayînî yê Îraqî Moqteda Sedir kir armanc, piştî çend demjimêran ji belavbûna alîgirên wî li Bexdaya paytext wek bersiv bo êrîşa ku di encamê de17 xwepêşander hatibûn kuştin.

Şeva borî hin çekdaran bi erebeyan êrîş biribûn ser xwepêşanderên nêzîkî pira el-Sink a Berxdayê, û hêzên ewlekariyê destêwerdan nekir, li gor gewahîderan.

Tîmên tenduristî ji ajansa nûçeyan AFP re got herî kêm 17 kes hatibûn kuştin û bi dehan jî birîmdar bûn.

Êrîşê tirseke li nav xwepêşanderan belav kir û wan bi riya medya civakî banga xelkê kir ku tevlî xwepêşandanan bin li meydana Tehrîr.

Îro ji serê sibê ve bi sedan tevlî wan bûne.

Berferehiyên aramnckirina mala Muqteda Sedir hîn ne diyar in

XS
SM
MD
LG