Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dema Rûniştina Parlemana Nû ya Îraqê Hate Destnîşan Kirin


Yek ji civînnên parlemana Îraqê. Wêne ji arşîvê ye.
Yek ji civînnên parlemana Îraqê. Wêne ji arşîvê ye.

Parlemana nû ya Iraqê dê di 9'ê Çileyê de bicive li gor biryarnameyeke Serokê Îraqê Berhem Salih îro Pêncşemê ku rê li ber parlementeran amade dike jibo hikûmeta nû pêk bînin.

Endamên parlemanê di rûniştina xwe ya yekem de dê serokê parlamenê û du cîgiran hilbijêrin. Ew dê paşê serokek nû hilbijêrin ku ew jî dê serokê partîya herî mezin erkdar bike ku wek serokwezîr hikûmetê damezrîne.

Serkeftiyê serekî yê hilbijartinên 10'ê Cotmehê melayê Şîa Muqteda el-Sedir e, ku xwe weke dijberê Îran û Amerîka daye pêş.

Bloka Sedir, jixwe di parlemena 329 kursîyan de ya herî mezin e, kursîyên wan ji 54'an bilind bû 74 kursî.

Bi salan e hevrikên wê yên serekî, Bloka Fetih, grûpa girêdayî mîlîşyayên ser bi Tehranê ve ji 48 kursîyan li nav parlemanê daket bo tenê 17 kursîyan.

Rêberên siyasî yên bloka Fetih roja Çarşemê hevdîtinek ligel El Sedir li mala wî li bajarê Necefê ji bo gotûbêjên pêkanîna hikûmetê lidar xist.

Lê ti encam di civînê da derneketin, li gor du karbidestên Şîa ku beşdarî wê kombûnê bûbûn.

Karbidestekî Şîa got ku "atmosfera civînê erênî bû û em difikirin ku pêdivî ye em bêtir civînan bikin bo gihîştina xalên hevbeş."

Ji ber ku çi alîyan piranî bi dest nexistîye, alîyên Şîa, Sunnî û Kurd di nav hewildanan da ne jibo di nav hikûmeta nû de cih bigirin.

XS
SM
MD
LG