Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîna Erebeyekê li Bakurê Rojavayê Îraqê 5 Kesan Dikuje


Artêşa Îraqê dibêje teqîna erebeyekê li gundekî bakurê rojavayê welêt 5 kes kuştin û 8 birîndar kirin.

Leşkeran di daxuyaniyekê de got erebe li nêzîkî bazareka gundê Oweynat li parêzgeha Nînewa rawestiyabû.

Ew herêm berê di bin destê gurûpa terorîst Daişê de bû.

Heçendî Daiş ji sala 2017an ve li Îraqê têkçûye, lê hîn şaneyên wê yên razayî hene û bi van êrîşan tên tawanbarkirin.

Di van du salan de, bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin di encama êrîşên cuda yê Daişê de.

XS
SM
MD
LG