Wezareta Derve ya Îraqê roja înê ragihand ku hemû amadekariyên pêwîst ji bo mêvandariya 52'yemîn civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) li paytext Bexdayê bi tevahî temam bûne.
Biryar e ev civîn di rojan 17 û 18'ê vê mehê (Cotmeh) de li Bexdayê di bin dirûşma "Diyalog û Piştgirî du bingehên sereke ne ji bo xurtkirina aştî û geşepêdana domdar" pêk bihê.
Di civînê de 55 welatên endam û çavdêr, ligel Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Amîna Mihemed û nûnerên nêzîkî 40 rêxistinên ne-hikûmî beşdar dibin.
Berdevkê civîna 52'yemîn a Encumena OIC'yê, Balyoz Hasanein Kamil di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev civîn di rewşeke aloz a herêmî û navneteweyî de tê kirin, ku daxwaza zêdekirina diyalog û xebata hevbeş di navbera welatên endam de dike.
Kamil tekez kir ku Îraq dixwaze di vê civînê de encamên berbiçav û praktîkî bêne bidestxistin ku xizmeta berjewendiyên gelên îslamî bikin. Wî destnîşan kir ku mêvandariya vê hilcivînê derfetek e ji bo xurtkirina têkiliyên Îraqê bi herêmê re û vegerandina rola Bexdayê wekî navenda nêzîkkirin a nêrînan û kêmkirina girjîyên di navbera welatan de.
Rêxistina Hevkariya Îslamî Bang li Xurtkirina Hevgirtina Îslamî Dike
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî, Îsmaîl Welid Şêx Ehmed, got ku zêdebûna aloziyên herêmî û navneteweyî berpirsiyariya welatên Îslamî zêdetir dike.
Wî bang li hevkariya hevpar kir da ku aramî serdest be û biryarên guncaw li hember dijwariyên heyî bên girtin.
Mena'i: Îraq Dikare di Serokatiya Rêxistina Hevkariya Îslamî de Rolek Girîng di Nêzîkkirina Nêrînan Bibîne
Akademîsyenê naskirî û şîrovekarê siyasî yê Kuweytê, Ayîd Mena'i ji Dengê Amerîka re got: " vegera civînên Rêxistina Hevkariya Îslamî piştî pitir ji 40 salan bo Bexdayê gaveke erênî ye. Wî hêvî kir ku ev gav bibe destpêka çalakkirina xebata hevpar a Îslamî di mijarên herêmî û navneteweyî de.
Mena'i destnîşan kir ku civîn bi gelek dosyayên hestiyar re rû bi rû ye, di nav de helwesta li hember Îranê, di şertên êrîşên dubare yên li ser hin welatên herêmê de, herwiha rewşa Sûdan û Lîbyayê û mijarên hindikahiyên etnîkî û olî di cîhana Îslamî de.
Wî tekez kir ku serokatiya Îraqê ya Rêxistinê ji bo salekê berpirsiyariya hevrêzkirina navbera welatên endam û nêzîkkirina nêrînên wan dixe ser milê Bexdayê. Li gorî wî, armanc divê ew be ku encamên ku welatên Îslamî li hev bîne bên bidestxistin, bêyî alîgiriya siyasî, an mezhebî.