Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Pilan Dike Toreka Boriyên Niftê li Seranserî Welêt Ava Bike


Wezîrê niftê Îraqê Jebar el-Lueybî îro Şemiyê got ew pilan dikin toreka boriyên niftê li seranserî Îraqê ava bikin li şûna veguhestina niftê bi kemyonan ku bihatir û metirsîdar in.

El-Lueybî got ev tor beşeke ji pilaneka stratîjîk a veguhestina niftê, di nav de jî boriyên hinartina nifta xam bo welatên hevsînor.

Boriya nifta xam a tenê niha kar dike ewe ya ku herêma Kurdistana Îraqê bi Tirkiyê û derya Sipî ve girê dide.

Hemî boriyên din ên Îraqê di 35 salên borî de hatin girtin an hilweşandin bi sedema şer û nakokiyan.

Îraqê, ku duyem mezintirîn berehmdara OPEC e piştî Erebistana Saudî, berê toreka mezin a boriyên niftê hebû ji bo hinartina nifa xam. Yek ji wan di Sûriyê re digihîşt Libnanê, yek di Tirkiyê re bo Derya Sipî, û yek di Erebistana Saudî re digihîşt Derya Sor.

Demekê berê vê mehê, Îraqê ragihand ku ew pilan dike boriyeka niftê ava bike ji bo Îranê, ku ew jî endama OPEC e.

XS
SM
MD
LG