Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Pêşbîniya Nûhinartina Niftê Ji Herêma Kurdistanê Dike


Wezîrê niftê yê Îraqê Hayan Ebdul Xenî pêşbînî dike ku di nava 3 rojan de rêkeftin were kirin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê yên biyanî de, jibo ku berhemanîna petrolê ji zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê destpê bike.

Di serdana xwe ya Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê de, wezîrê Îraqê got ku Îraq bi Tirkiyê re li ser vegerandina hinartina petrola Bakur bi rêya boriya Îraq-Tirkiyê, li hev kiriye.

Ji 25ê Adarê ve, Tirkiyê 450,000 bermîlên hinardekirina nifta Bakur bi rêya xeta boriya Îraq-Tirkiyê rawestand, piştî biryara Dadwerê Odeya Bazirganiyê ya Navdewletî, ICC.

ICC ferman da ku Enqerê, ji ber hinardekirina bêdestûr ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve di navbera salên 2014 û 2018an de, bi qasî 1.5 milyar dolar zirarê bide Bexdayê.

Karbidestên petrolê yên hikûmeta Îraqê roja Çarşemê bo cara yekê bi nûnerên Komeleya Pîşesazîya Petrolê ya Herêma Kurdistanê re civiyan û li ser vegerandina şandina petrolê ji bo Tirkîyê gotûbêj kirin.

Çavkanî: Rueters

XS
SM
MD
LG