Îraqê Îro Yekşemê kompanî vexwendî pêşkêşkirina daxwazan kir ji bo avakirina boriyeka nû ya niftê ji bajarê Kerkûkê bo Ceyhana Tirkyê li ser qeraxa Derya Sipî.
Boriya bi dirêjiya 350 kîlometir dê rojane milyonek bermîl nift veguhêze, li gor Kompaniya Pirojeyên Niftê ya dewleta Îraqê.
Boriya nû dê bê avakirin li rex boriya niha ya 1.6 milyon bermîl rojane, ku di herêmên Sunnî re derbas dibe û baş kar nake ji dema hatî êrîşkirin ve di sala 2014an de.
Kompaniyan ta 24 meha bê heye ku daxwaznameyên xwe ji bo avakirina boriyê pêşkêş kin .
Peyvdarê wezareta niftê Asim Jîhad îro Yekşemê got zeviyên niftê yên derdora Kerkûkê niha rojane 140,000 bermîl didin, ku hemî diçe parzûngehên niftê.