Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq 11 Girêbestên Deranîna Gaz û Petrolê Yên Nû Pêşkeş Dike


Di çarçeva pêşxistina di warê gaz û petrolê de, hikûmeta Îraqê dixwaze girêbestên nû yên deranînê pêşkeşî şerîketan bike.

Asim Cîhad peyvdarê wezareta Petrola Îraqê roja Yekşemê gotiye, Îraq dixwaze di 11 zevî û blokên din yên gaz û petrolan de, lêgerînan ecam bide, bo vê mebestê roja 15 Nîsanê jibo girêbestan îmze bikin, dê berîkanek pêk bihê kanê çi şerîke yan alî dikare girêbestan qezenc bike.

Ajansa Reuters jî gotiye, Îraq dê girêbestan roja 13 Nîsanê pêşkeş bikin û 15 Nîsanê dê mozayede ango pêşbirkêyek ya wergirtina girêbestan pêk bihê û di heman rojê de, navê aliyên girêbest qezenc kirine dê hên ragihandin.

Îraqê roja 21 Xizîranê, weke roja dest bikarbûna şerîketên ku girêbest qezenc kirine destnîşan kirîye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG