Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Petrola Îraqê: Bexda Pabende bi Biryarên OPEC+


Iraq Oil
Iraq Oil

Wezîrê Petrola Îraqê îro Yekşemê ragihand ku Iraq pabendî rêjeyên berhemanîna neftê ya OPEC+ ye, û pêgiriyê dê bi wê rêjeya çavdêriya petrol bike ya ku hatî biryar dan.

Wezîrê petrola Iraqê Hayan Abdil-Ghani roja Yekşemê got ku welatê wî dê girêdayî biryara OPEC+ ku her rojê dê 220,000 bermîlên petrolê (bpd) di hilberîna petrolê de zêde bike û di rêzê de diparêze.

Di konferansekê de li Bexdayê, Hayan Abdil-Ghanî jî axivî û got, Iraq amade ye ku berhemanîna petrolê zêde bike eger ji aliyê OPEC+ ve pêwîst bihê dîtin.

Wî got "Me hin şîrketên petrolê yên li Başûr kar dikin agihdar kirin ku
hilberîna neftê dê li gorî rêjeyên lihevhatî yên OPEC + were meşandin".

Ji hejî bîrxistinê ye ku ji encama kirîza şerê Rûsya li Ukrayna, pêwîstiya civaka navnetewî bi zêdekirina rêjeya berhemanîna û hinartina zêdetir ya petrol û enerjiyê heye ji aliyê welatên ku berhemdarên gaz û petrolê ne.

XS
SM
MD
LG