Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Raportên Derbarê Derketina ji OPEC'ê Red Dike

Iraq
Iraq

Wezareta Petrolê ya Îraqî îro Penşemê ji Dengê Amerîka re raportên ku dibêjin Îraq dê xwe ji rêxistina OPEC'ê vekişîne red kirin.

Îraqê ev helwest nûşan da piştî ku ajansa Reutersê û hin kanalên din gotin ku Îraq dixwaze derketina ji OPEC'ê binirxîne, eger ev sazî destûrê nede ku ew hilberîna xwe ya petrolê pir zêde neke.

Peyvdarê Wezareta Petrolê ya Îraqê Samir El-Rikabî gote Dengê Amerîkayê ku wezaretê daxuyaniyek fermî weşand tê de ragihand ku nûçeyên derbarê vekişîna Îraqê ji OPEC'ê helwesta fermî ya hikûmeta Îraqê nîşan nadin, ji ber ku ne Serokwezîr û ne jî hikûmetê mijara vekişînê anîne rojevê.

Salim al-Rikabi, the spokesperson for the Iraq Ministry of Oil
Salim al-Rikabi, the spokesperson for the Iraq Ministry of Oil

Wezaretê tekez kir ku her daxwazeke derbarê zêdekirina pişka Îraqê ji petrolê, di çarçoveya teknîkî ya rêxistinê de tê çareser kirin û Îraq giringiyê dide nirxandina astên hilberînê ku ligel şiyana welat bigonce, û ev proseyê niha bi hevkariya kompaniyeke şêwirmendiyê ya navdewletî ya serbixwe tê meşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku welatên OPEC'ê rewşa taybet a Îraqê û wan ziyanên ku di nav 40 salên borî de ji ber şer û terorê gihîştine binesaziya wê ya petrolê berçav digrin, daku Îraq mafê xwe yê dadperwer wekî duyemîn hilberînerê herî mezin di rêxistinê de biparêze."

Derbarê pirsa vegera asta hilberîna neftê piştî vekirina Tengava Hormizê, El-Rikabî eşkere kir ku tevgera tankerên neftê hîn jî ne aram e û hinek kompaniyên petrolê û kompaniyên sîgorteyê hîn jî li bendê ne û dest bi karên xwe nekirine; ji ber vê yekê, vegera hilberîna neftê mîna berê, bi başbûna van şert û mercên heyî ve girêdayî ye."

This item is part of
XS
SM
MD
LG