Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dixwaze Petrol û Gaza Herêma Kurdistanê Kontrol Bike


Tawke, îstasyona petrolê ya li nêzî Zaxo, ya li herêma xweser ya Kurdistanê, Îraq (Arşîv)
Tawke, îstasyona petrolê ya li nêzî Zaxo, ya li herêma xweser ya Kurdistanê, Îraq (Arşîv)

Sazîya bazirganîya petrolê SOMO ya Îraqê îro Duşemê ragihand ku wezareta petrolê ya Îraqê tevahîya pîvanên pêwîst werdigre; bo bicîhanîna biryara dadgeheke federal ya ser serwerîya petrol û gazê yên li tevahîya welêt.

Dadgeha federal ya Îraqê biryar dabû ku hikûmeta navendî mafdar e ku zevîyên petrol û gazê yên li bakurê Îraqê - Herêma Kurdistanê-reve bibe.

SOMO herwiha dîyar kir ku wezareta petrolê ya Îraqê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bo bicîhkirina wê biryarê, hevkarîyê dike.

XS
SM
MD
LG