Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pope Francis li Îraqê Serdana Bajarê Necef Dike


Di çarçoweya serdana xwe ya li Îraqê de, papayê Vatîkanê Pope Francis serdana bajar Nacefê kir û kombûneke dîrokî li gel rêberê mezin yê Şîiî li dar xist û her wiha serdana cihê jidayîkbûna pêxember Îbrahîm kir ji bo şermezarkirina tundûtûjîya bi navê Xwedê û ew wek “ bêbawerîya herî mezin” binav kir.

Pope Francis li gel Ayetullah Elî Sîstanî kom bû. Ev serdan peyameke bihêz bû ji bo jiyana li gel hev di welatekî de ku ji ber tundûtûjîyê parçe bûye.

Piştî kombûnê, Sîstanî bang li serkirdeyên ayînî yên cîhanê kir ku hêzên mezin berpirsiyar hilgirin û hizir û aqilmendiyê bidin pêş şer. Wî got pêwîste mesîhî wek hemî Îraqîyan di aştî û jiyana li gel hev de bijîn.

Di keşûhewayeka bayê beyabanê, li nêzîkî şûnwarê dîrokê yê ku vediger berî çar hezar sal û gelek parestgeh vedihewîne, Francis li gel Misilman û Êzdîyan rûnişt.

Wî li Or, cihê jidayîkbûna Îbrahîm got:

“Ji vî cihî, cihê ku bawerî lê bû, ji axa bavê me Îbrahîm, bihêlin em dupat bikin ku Xwedê dilovan e û bêbawerîya herî mezin ew e bikaranîna navê wî ji bo kîn û nefreta dijî bira û xweşkên me.”

XS
SM
MD
LG