Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Îraqê Kandîdkirina Serokwezîrê Nû Red Dikin


Bi sedan xwepêşanderên dijî hikûmeta Îraqê îro Yekşemê binavkirina serokwezîrê nû red kir. Wan soz dabû ku ewê her kandîdekî dezgehên Îraqî nepejirînin.

Di heman demê de, rêberê ayînî yê Şîiî Muqteda Sedir ji alîgirên xwe yên xwepêşander re got ku riyên girtî vekin û jiyana cadeyan normal bikin.

Doh Şemiyê kutleyên Îraqî wezîrê pêwendiyan ê berê Mihemed Ellawî ê 66 salî wek serokwezîrê nû binav kir.

Bi sedan xwendekarên xwepêşander redkirina kandîdkirina Ellawî derrbirîn li bazarên navenda Bexdayê û li başûrê welêt.

Xwepêşanderekî meydana Tehrîr bi navê Hadî Safir ji ajansa Associated Press re got:

“Em Ellawî naxwazin ji ber ku ew endamê partiyekê ye û partiyan ew binav kiriye. Em kandîdekî serbixwe dixwazin.”

Hinekên din bêhtir bi awakî dîplomatîk nêzkî kandîdkirina Ellawî bûn û got ewê bibînin ka wê Ellawî çawa sozên xwe pêkbîne di çêkirina hilbijartinên pêşwext de.

XS
SM
MD
LG