Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qeter Daxwaza Hikûmeta Bexdayê Red Kir


Tariq El Haşimî.
Tariq El Haşimî.

Hikûmeta Qeterê daxwaza hikûmeta Bexdayê jibo teslmkirina cîgirê serokê Îraqî Tariq El Haşimî red kir.

Xalid Attîyeh, wezîrê dewleta Qeterê bo hevkarîya navneteweyî, dibêje ku Qeter Haşimî teslîm nake çunkî her pêngaveke li vî cûrî li dijî protokola diplomatîk e.

Hikûmeta Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî roja Duşemê ji Qeterê xwest ku Haşimî teslîmê Bexdayê bikin. Hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan li Îraqê li sala bihurî fermana girtina Haşimî da bi tawana desthebûn di terorê de.

Haşimî, ku bilindtirîn karbidestê Sunnî ye li Îraqê, li sala bihûrî revîya Kurdistanê û roja Yekşemê serdana Qeterê kir.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG