Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingeha Tajî ya Îraqî Dibe Armanca Jimarek Rokêt


Çavkaniyên ewlekariyê li Îraqê ji ajanasa Reuters re got ku jimarek rokêt îro Şemiyê li nava bingeha Tajî ya leşkerî ya Îraqê ketin, cihê ku hêzên koalisyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka lê dimînin.

Ev cara duyem e, di nava hefteyekê de, ku bingeha Tajî dibe armanca rokêtan.

Kolonêlekî Îraqî ji nava bingehê, ji Reutersê re got ku wî herî kêm ketina 10 rokêtan bihîst.

Êrîşeka din a rokêtan roja Çarşemê li bingeha Tajî, ya ku 20 kîlometran li bakurê Bexdayê ye, du serbazên Amerîkî û yekî Brîtanî kuştin. Amerîka, wek tolvedan, di êrîşeke esmanî de roja Pênşemê 6 Îraqî kuştin.

Waşinton mîtîtanên Îraqî yên Ketaêb Hizbullah yên ku Îran piştgiriya wan dike, bi êrîşa roja Çarşemê tawanbar kirin û got êrîşa Amerîka ya roja Pênşemê ew gurûp kiribû armanc.

Lê berpirsên Îraqê sê serbazên Îraqî, du endamên polîs û sivîlek nîşan dan wek qurbaniyên êrîşa esmanî ya Amerîka û ti mîlîtanên kuştî diyar nekirin.

Îraqê roja Înê êrîşa Amerîka şermezar kir û got ew binpêkirina serweriya Îraqê ye û kiryareke dijminahî ye li dijî hêzên leşkerî yên welêt.

XS
SM
MD
LG