Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Îraqê de bi Dehan Kuştî û Birîndar Hene


Ajsansa AP ragihand ku di xwepşandanên protosteyî de herî kêm 10 kes li Îraqê hatine kuştin.

Xwepşandan wek berteka biryara rêberê Şîa Muqteda El Sadr tên ku gotibû ku ew ji qada sîyasetê vedikişe.

Alîgirên wî yên hêrsîbûyî avêtibûn ser qesira hikûmetê ku cîvînên payebilind yên Îraqî û serokên dewletên bîyanî li wê derê çêdibin. Alîgirên Sadr bi hêzên ewlekarîyê û endamên komên rikeber re keti şer û pevçûnan.

Jêderên saxlemîyê ji AP re got ku di xwepêşandanan de herî kêm 15 xwepêşander di encama gazên rondikrêj û guleyên polîsan de birînndar bûne.

Sadr îro ragihandibû ku ev bi tevahî ji sîyasetê vedikişe û hemî sazîyen xwe yen giredayî tevgera xwe dadixe.

XS
SM
MD
LG