Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewateke li Saloneke Dawetê ya Îraqê Pirtir ji 120 Kes Kuştin


Jiber şewateke li salona dawetê ya li Hamdanîye ya Nînove ya li bakurê Îraqê bi kêmî ve 120 kes canên xwe ji dest dan.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku di nav mirîyan de bûk û zava jî hene.

AFP dîyar kir ku jiber şewatê 150 kesên din jî birîndar bûne.

Piştî şewatê jibo 4 kesan fermana girtinê hat ragihandin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya el-Sudanî dîyar kir ku ewê welat 3 rojan di şîna neteweyî de be.

Sudanî got ku ew bi Walîyê Nînova Necm el Ceburî re peyivîye û wî jibo mudaxaleyê ferman daye wezîran.

Şewatê bi saeta herêmî li dora 23:00 destpê kir û sedema wê hîn eşkere nebûye.

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî dîyar kir ku ew hazir in ku li nexweşxaneyê Hewlêrê birîndaran derman bikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG