Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Têkiliyên Hevzayendî Bi Zindankirina Heta 15 Salan Sûcdar Dike


Avahiya Parlemana Îraqê
Avahiya Parlemana Îraqê

Parlemana Îraqê roja Şemiyê yaseyek pejirand ku têkiliyên hevzayendî bi heta 15 sal cezayê zindanê sûcdar kirin, di tevgerekê de ku got armanc ew e nirxên olî biparêze, lê ji hêla parêzvanên mafên mirovan ve wekî êrîşa herî dawî ya li ser civaka LGBT li Îraqê hate şermezarkirin.

Armanca vê yaseyê ew e ku "civaka Îraqî ji xirabûna exlaqî û bangên hevzayendî yên ku cîhan girtiye biparêze", li gorî deqeke yaseyê ku gihîşte ajansa Reutersê.

Ew bi giranî ji hêla partiyên misilman ên şîî yên kevneperest ve hate piştgirîkirin ku di parlemana Îraqê ya bi piranî misilman de, koalîsyona herî mezin ava dikin.

Yaseya Şerê Laşfiroşî û Hevregzxwaziyê, têkiliyên hevzayendan bi 10 sal ta 15 sal cezayêzindakirinê qedexe dike û ji bo her kesê ku rêklama laşfiroşî û hevregezxwazî dike, herî kêm 7 sal cezayê girtîgehê ferz dike.

Her weha ji bo her kesê ku "zayenda xwe ya biyolojîk" biguherîne an jî bi dilxwazî cil û bergên xwe yên nêremêyan li xwe bike, di navbera salekê û sê salan de cezayê girtîgehê dide.

Pirojeyase di destpêkê de cezayê îdamê ji bo kiryarên hevzayendî dihewand lê piştî dijberiya tund a Amerîka û welatên Ewropî hate guhertin berî ku were pejirandin.

Heya roja Şemiyê, Îraqê bi eşkere cinsê hevzayendan sûcdar nekiribû, her çendî bendên exlaqî yên ku di zagona wê ya cezayî de nediyarkirî ji bo aramnckirina kesên LGBT hatin bikar anîn, û endamên civakê jî ji hêla komên çekdar û kesan ve hatin kuştin.

Cîgira birêveberê bernameya mafên LGBT li Human Rights Watch, Reşa Yûnis, got: "Pêşvebirina yasaya dij-LGBT ji aliyê parlemana Îraqê ve, qeyda hovane ya Îraqê ya binpêkirina mafên li dijî LGBTiyan nîşan dide û derbeyeke giran e li ser mafên bingehîn ên mirovan."

Partiyên mezin ên Îraqî di sala borî de rexneyên li ser mafên LGBT zêde kirin û alayên rengîn gelek caran di xwenîşandanên sala borî de ji alîyê partîyên muhafezekar ên misilmanên şîî yên desthilatdar û opozisyonê ve hatin şewitandin.

Zêdetirî 60 welat têkiliyên hevzayendî sûcdar dikin, û li zêdetirî 130 welatan yasayî ne, li gorî daneyên Cîhana Me Bi Daneyan.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG