Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gorên Qûrbanîyên Şengalê ji bo Taqîkirinê Têne Vekirin


Malbatên Qurbanîyên Şengalê( Arşîf)
Malbatên Qurbanîyên Şengalê( Arşîf)

Li sînorê qeza Şengalê ya Îraqê bi dehan gorên bi kom hatine dîtin ku yên qurbaniyên komkujiyên çekdarên Daişê ne.

Hikûmeta navendî ya Îraqê, hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û rêxistina Unîtat kar li ser beşekî ji wan goran kir.

Wan di van demên dawî de çend gor vekirin, wek gora Me'hed Solaxa ku bêhtirî 70 jinên Êzdî tê de hatibûn dîtin. Wan her wiha çend gorên din li gundê Koço vekirin.

Rêvebirê rêxistina Yezde ya belgenamekirinê Xeyrî Elî, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka re behsa vê yekê kir û got ku vekirina van goran ji aliyê tîma niştimanî ya tenduristî ya Îraqê û wezareta şehîd û enfalkirîyan a Herêma Kurdistanê û her wiha ji aliyê tîma navnetewî ya vekolînên gunehkarîyên Daişê ve tê birêvebirin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Kawa Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00


XS
SM
MD
LG